Ji dayikên girtiyan ji bo Wezîrê Dadê: Li pişta peyama xwe bisekine 2019-05-18 15:51:51 AMED - Malbatên girtiyan ku li gel astengiyan jî çalakiya rûniştinê pêk anîn û meşiyan, bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kirin ku li pişta peyama xwe bisekine.    Çalakiyên malbat û dayikên çalakgerên greva birçîbûn û rojiya mirinê ku 18 roj in li hemberî Parqa Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê li hev kom dibin didome. Dayikên ku li ber Fabrîqeya Arvan a li hemberî Parqa Koşûyolûyê li hev kom bûn, di bin dorpêça polisan bi qasî saetên çalakiya rûniştinê pêk anîn. Derdora dayika bi TOMA û polisên hêzên çevîk hat dorpêçkirin û destûr nehat dayîn ku rojnameger dîmen bigirin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Saliha Aydenîz, Remziye Tosûn û Mûsa Farisogûlları û Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê jî tevlî çalakiya malbatan bûn û piştgirî dan malbatan.    'TUNDÎ NIKARN-IN ME TÊK BIBIN'   Polisan xwest ku zilamên ji koma ku ji aliyê Yenîşehîrê ve hat derxe. Li ser vê yekê di navbera polis û dayikan de nîqaş derket. Polisan ji dayikan re got, 'Ev di serî de çalakiya dayikan bû ne ya zilaman bû. em ê tenê dayikan bigirin.' Dayikan bertek nîşanî van gotinên polisan da û got ku çalakiya wan tenê ne çalakiya dayikan e.    'HAT XWESTIN KU DENGÊ DAYIKAN BÊ XISTIN'   Li gel hemû astengî û tundiyan jî dayikên ku dora wan hatibû dorpêçkirin dûrişmeyên mîna "Tundî nikarin me têk bibin" , "Maf û adalet dê bi zindanan were" avêtin û li destê xwe li kepengan dan û deng derxistin. Balkêş e di vê kêliyê ji bo ku dengê dayikan dernekeve polisan dengekî bilind dan ser TOMA'yê.    Welatiyên derdorê jî timik vîq û çepikan piştgirî dan çalakiya dayikan, polisan xwest zilam ji hev berbelav bibin. Li ser vê yekê parlamenter Tosûn hat cem dayikan û ji polisan re ev tişt got: "Kek, ap û xalê kesên di greva birçîbûnê de tunene. Zarok û xwişk û birayên van mirovan bi mehane di greva birçîbûnê de ne. Ez bim jî ez ê ji kuçeyan veneqetim."   Li gel hemû astengiyan jî dayikên girtiyan ku li 3 nuqteyan gihîştin hev û ber bi bînaya TÛAY-DER'ê ve meşiyan.    'DEWLETÊ ÇAV Û GUHÊ XWE GIRTIYE'   Dayikên ku ji Koşûyolûyê ber bi TÛAY-DER'ê ve meşiyan timik dûrişmeyên mîna "Silav silav hezar silav li Îmraliyê" , "Her der girtîgeh her der berxwedan" û "Maf û adalet bi zindanan bê" berz kirin. Dayik piştî ku gihîştin ber bînaya TÛAY-DER'ê li ser navê wan dayika Meryem Tosûn daxuyanî da çapameniyê. Dayika Tosûn çalakiya dayikan a li Meclisê bi bîr xist û wiha got: "Dayik bi rojane helw didin dengê me li Meclisê bidin bihîstin. Ji bo ku dayik dev ji vê çalakiyê berdên, serşok û xwaringeha Meclisê li dayikan hatiye girtin. Sedema dayikan a li meclisê nexwestine mirinê ya tu kesî ye. Ez 9 salan di girtîgehê de mam. Zext û tundiya li girtîgehê heye li tu derê tuneye. Kesên ji xwe re dibêjin misliman li kurê ne? Kes nabîne? Misilmanî û adalet ev e? Dewletê çav û guhê xwe girtiye û naxwaze dengê dayikan bibîne û bibihîze. Bila Wezîrê Dadê li pişt peyama xwe bisekine. Êdî gelê kurd bi van daxuyaniyan naxape."    Piştî dayina daxuyaniyê, dayikan çalakiya xwe bi dawî kir û bi çepikan ji hev belav bûn.