Alî Çîçek li ser gora wî bibîr anîn 2019-05-18 15:10:17 AMED - Endam û rêveberên Komeleya 78'an û parlamenterên HDP'ê, Alî Çîçek ê li Girtîgeha Amedê di rojiya mirine de jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê bi bîr anîn. Komeleya 78'an a Amedê û parlamenterên HDP'ê, Alî Çîçek ku 14'ê Tîrmeha 1982'an li li dijî zilm û îşkenceya Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wî bi bîr anîn. Di bîranînê de Parlamenterên Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) Mûsa Farisogullari, Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz û rêveberên HDP'ê û DPB'ê jî amade bûn. Serokê Komeya 78'an Ganî Alkan li ser gora Çîçek axivî û got: ''Alî Çîçek hevalê me yê rê bû. Mîrateya ku hiştî li zindana Amedê îro gihaye bi hezaran kesî. Îro bi pêşengiya Leyla Guven ev 7 meh in greva birçîbûnê didome. Bila daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, werin qebûlkirin.''   ''PARÊZER DIVÊ RÊZDAR OCALAN BIBÎNIN'   Farisogullarî jî li ser gorê axivî û wiha got: "Alî Çîçek û hevalên wî ji bo hebûna gel û dahatuya gel berxwedaniyeke mezin dan û berxwedan îro jî didome. Ên ku ketin greva birçîbûnê bûne dengê Leyla. Li girtîgehên Tirkiyê bi hezaran mirov di greva birçîbûnê de ne. Wezîrê Dadê beriya bi 2 rojan daxuyanî da. Di pratîkê de ev bi cih nehat. Dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hev bibîne. Ez bang li hemû rayedaran dikim. Dawî li vê nehiqûqiyê bînin. Bila parêzer Rêzdar Ocalan bibînin. Dewlet peywira xwe bi cih bîne.''