Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Bakalci: Divê der barê çareseriyê de gav bên avêtin 2019-05-18 14:48:22 ENQERE - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakalci diyar kir ku di vê pêvajoya ku ji aliyê rayedarên desthilatê ve tê gotin ku qedexeya hevdîtina a Îmraliyê hatiye rakirin, zêdebûna zextên li girtiyan aqil xwarin e û wiha got: "Divê îro pê re derbarê çareseriyê de gav bên avêtin. Divê ji her helwesta ku vê yekê asteng û tarî bike dûr bê sekinandin."    Bertekên li hemberî serdegirtina koguşên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û derbkirina girtiyan ên li zindana Kandira, Şakran û Bakirkoyê zede dibin. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakalci têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û nirxandinan kir.    Bakalci bi bîr xist ku ji roja ku çalakiyên greva birçîbûnê destpêkirinê heta niha bang li hemû beşên civakê, desthilata siyasî û saziyên mafên mirovan dikin û wiha got: "Em zanîn ku 3 hezar û 65 kes li 90 girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Ev di dîroka nêz de di asta cîhanê de mînakeke taybet e. Di vê rewşa ku gelek êş li welatê me dijîn û ji bo vê êşê û êşên mîna vê êş neyên jîn çareseriyeke van êşan kêm bike pêkan e. Divê herkes ji bo çareserkirina ku çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bikin bixebite. Van grevên birçîbûnê, ji bo bi dawîkirina pêkanînên tecrîdê ku têkiliya kesên li girtîgehan a bi derve re tune dike, tên kirinm.   'DIVÊ JI REWŞÊN KU EWLEHIYÊ TÊK BIBIN DÛR BISEKINANDIN'   Bakalci bal kişand ser biryara Dadgeha Cezaya Giran a Bûrsayê û daxuyaniya Wezarî Dadê ya di nav hefteyê de hat dayîn û têkildarî tundiyên li girtîgehan ev titş gotin: "Di vê rewşa ku em îro têde ne divê ji pêkanînê ku ewlşehiyê têk bibin dûr bê sekinandin. Di çarçoveya mafê tenduristiyê de tê angaştkirin ku gelek bênpêkirinên mafan li girtîgehên ku li wan çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê hene pêk tên. Ev di raporên ji aliyê me ve hatine amade kirin bixwe de jî hene. Ji ber ku derfet ji çûyîna heyetên serxbixwe ya girtîgehan re nayê nasîn em ne di we astê de ne ku hemû binpêkirin piştrast bikin. Divê îro pê re derbarê çareseriyê de gav bên avêtin. Divê ji her helwesta ku vê yekê asteng û tarî bike dûr bê sekinandin."   'DIVÊ ÎRO HEVDÎTIN LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ BIKIN'   Bakalcı daxuyaniyên rayedarên dewletê yên têkildarî hevdîtinên Îmraliyê bi bîr xist û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: "Di rojên dawîn de berdevkên partiyên di hikumetê de û wezîr, di nuqteyeke ku hevdîtina parêzeran  hiqûqî dibînin de ne. Ev pêvajo dikaribû nehatina jiyîn. Ji van daxuyaniyan jî têm fêmkirin ku heta îro li Îmraliyê hiqûq pêk nehatiye. Gotin di cih de be sûc pêk hatiye. Heke ev pirsgirêk di her hal û karî de îro hatibe vê astê, divê ku li vir bikevin bin ewlehiyê û hevdîtin îro pê re dest pê bikin. Divê desthilat û rayedarên wê vê yekê pê re pêk bînin. Ji bo vê jî divê rewşeke ewle bê avakirin."    'TUNDIYA LI GIRTÎGEHAN A DI VÊ PÊVAJOYÊ DE AQIL XWARIN E'   Di çarçoveya van tiştên pêk hatine de Bakalci zêdebûna tudniya li girtîgehan wek "Aqil xwarinê" şîrove kir û wiha pê de çû: "Divê kes tenezilê vê yekê neke. Dê sûcekî pir mezin bikin. Dema ku li dîroka nêz a Tirkiyeyê bê nêrîn dê bê dîtin ku li gel ku çareserî pêkan bûye, operasyonên ku navê operasyona vegera li jiyanê li wan hatiye kirin pêk hatine û li gelek girtîgehan girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Divê ders ji van bê derxistin. Di pêvajoyeke bi rengî de dê encama vantiştan gelek giran bin. Her mirov tekane ye. Ji bo xizmên wan, di nav civaka ku têde dijîn de, rê li ber texrîbatên mezin veke û dê ev texrîbat derbasî nifşên nû bibe. Ji ber vê yekê divê tu kes di nav bêperwatiyê de cih negire."   'JI BO ÇARESERIYÊ XEBAT BÊN KIRIN'   Bakkalci destnîşan kir ku weke her welatiyê mafên girtiyan jî hene û axaftinax xwe wiha bi dawî kir: "Mirovên ku ji azadiya xwe hatine girtin, ji bilî girtina wan, hemû mafên wan, di bin berpirsyariya ewlehî girtina yekîneyên ku raye ji wan re hatiye dayîn de ye. Yanî ji bo pêşxistina wan a madî û manevî divê şert û mercên baş bên afirandin û mafê wan ê mîna tenduristî, perwerde, ragihandin, têkiliyê bi derve re û qedexeya îskenceyê heye. Wek civak em hemû berpisriya ku bi tu awayî xesar negihîje yekbûna wan a fizikî, derûnî û civakî li rayedaran bar dikin. Hemû tespîtên ku me kirine û angaştên ku ji raya giştî re tên ragihandin, derdixin holê ku kêfîyeteke mezin heye. Berpirsyariya me bingehîn xebitandina me ya ji bo çareseriyê ye."