Li Xalfetiyê piştî şer eskeran xaniyek şewitandin: 2 malbat binçav kirin 2019-05-18 14:34:07 RIHA - Li Navçeya Xalfetiyê piştî  şer derket û komiserekî jiyana xwe ji dest dan û 2 polîs birindard bûn. Piştî şer eskeran xaniyekî li taxê şewitandin û endanên 2 malbatan tev binçavkirin. Endamên malbatan ên rastî îşkenceyê hatin, nehat zanîn ku birin ku.  Li Gundê Derto yê Navçeya Xalfetî ya Rihayê şer derket. Di şer de komîserekî jiyana xwe ji dest da û 2 polîs ji birindar bûn. Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, diyar kir ku miduriyeta polîsan a Rihayê di saetên şeve de li çoltara Xalfetî ya Rihayê derketin operasyonê. Di operasyonê de di navbera endamên HPG'ê û Polîsên Tevgera Taybet de şer derket. Walîtiyê anî ziman ku di şer de polîsekî tevgera taybet jiyana xwe ji dest da û 2 polis jî birîndar bûn.    Piştî şer eskeran gund dorpêç kir û ketin û derketina gund li çûn û hatinê qedexe kir. Polîs û eskeran saet di 02.00'ê şevê de bi ser mala Fahri Alakuş de girt û operasyon li dar xistin. Di gulebarana esker û polisan de jinên li malê birîndar bûn. 2 kesên ku tên îdîakirin endamên HPG’ê ne di şer de jiyana xwe ji dest dan.    POLÎSAN XANÎ ŞEWITAND   Polîs û eskerên ku ber gund de girtin, piştî ji xanî cenaze derxistin, eskeran xanî bi temamî şewitand. Li gorî agahiyên herêmî polîsan bi ser mala Zeki Alakuş de jî girtin û ligel zarokên wî hemû endamên malê tev binçav kirin. Nehat zanîn ku endanên malbata Alakuş birin ku. Hat diyar kirin ku dema endanên malbatê binçavkirin li wan îşkence kirin.