Xizmên windayan ên Îran, Kibris, Rûsya û Lubnanê piştgirî dan Dayikên Şemiyê 2019-05-18 14:25:38 STENBOL - Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya îro de, xizmên windayan ên ji Îran, Rusya, Kibris û Lubnanê hatin, tev li çalakiye bûn û piştgirî dan. Xizma windayan Shadî Sadr a ji Îranê hat wiha got: "Edalet û heqîqet têkoşinke gerdûnî ye. Em ê li gel dengê we bin."  Dayikên Şemiyê, di hefteya 738'an de bi boneya balê bikişînin ser windayan û bixwazin kujer bên darizandin, xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Dayikên Şemiyê u xizmên windayan careke din rastî astengiya polîsan hatin.  Dayiken ku rastî astengiya polîsan hatin, li kolana peş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan wekî her hefteyê vê hefteyê jî kolan dorpêç kir. Dayikan di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam kir. Xizmên windayan û Dayikên Şemiyê ku li kolanê kom bûn, tîşortên ku wêneyên windayan li ser heye li xwe kirin û wêneyen windayan û karanfil xistin destê xwe. Di çalakiya vê hefteyê de Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervin Buldan û parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Oya Ersoy, Huda Kaya, parlamenterên CHP'ê Alî Şeker û Sezgin Tanrıkulu jî piştgirî dan çalakiya dayikan. Disa xizmên windayan ên ji Lubnan, Îran, Rusya û Kibrisê hatin Stenbolê jî tev li çalakiye bûn û piştgirî dan dayikan.    'BILA TIRKIYE PEYMANÊ ÎMZE BIKE'   Di çalakiya vê hefteye de çiroka winda Ahmet Tekîn ê 29 salî ku bavê 5 zarokan bû xwendin. Ahmet Tekin di sala 1994'an de li navçeya Lice ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin. Vê hefteyê Xwişka nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe Ayşe Tepe daxuyani xwend. Tepe diyar kir ku 17-31'ê Gulanê Hefteya Windayên Navneteweyî ye  û wiha got: "Bi wesileya vê hefteyê em carekt din bi bîr dixin. Bi vî sûcê bipergal ê li dijî mirovahiyê, ne tenê kesê rastî vî sûcî tê, hemû civak rastî travmayek giran tên. Dermankirina vê travmayê ne bi inkarê, bi ronîkirina vi sûcî û rû bi rûhatina vî sûcî pêkan e. Bi dawilêanina bêcezakirinê pêkan e. Em bi isra dixwazin ku fîîlê windakirina di bin çavan de bi awayekî zagonî wekî sûc bê dîtin. Ji bo ev fîîl bê astengkirin û kesên ev fîîl pêk anine bên cezakirin divê zagon bên amadekirin. Em dixwazin carek din tu kes neyên binçavkirin û windakirin. Em dixwazin Tirkiye "Peymana Navneteweyî ya der Kes Bêyî Bên Windakirin Bên Parastin" imze bike. Ahmet Tekin  29 salî bû. Bavê 5 zarokan bû. Li Gundê Yildiz/Kiyikoy ê Lîcê dijiya. Di gulana 1994'an de dema ji Amedê diçû Licê hat binçavkirin û windakirin. Kesên ew binçavkirin hêj nehatine cezakirin û bersuc hatin darizandin. 25 salin bersûc bê ceza ye. Em dixwazin ev pergala bêcezakirinê bi dawî bibe. 39 hefte ye Qada Galatasaray li me hatiye qedexekirin. Lê em dest ji vê qadê bernadin."    Hevjîna Fehmi Tosun Hanım Tosun jî mafê axaftinê girt û wiha got: "Wê rojekê hesab bidin me.    Piştre xizma windayan a Îranî Shadi Sadr axivî û wiha got: "Bi dehan salin ji bo hûn windayan bibînin û hesab bipirsin li vir kom dibin. Werî yên li Îranê. Wan jî bi salan wêneyên windayan bilind kirin û edalet xwest. Heqîqet û edalet têkoşînek gerdûnî ye. Em ê li gel dengê we bin."    Heri dawi aktivista Lubbanê  Nona Nasseraldin ji wiha got: "Ez we pir ji nêzîk ve nas dikim. Ez li Lubnanê, dayik, bav, xwişk û birayên windayan nas dikim. Ez we ji wan nas dikim. Daxwaza maf, mafê we yê herî xwezayî ye."