Girtiyên 152 rojin di grevê de ne name ji Wezîr re şandin: Ocalan temînata aştiyê ye 2019-05-18 13:27:38 ŞIRNEX - 5 girtiyên ku li Girtîgeha Panosê li dijî tercrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 152 rojin di greva birçîbûnê de ne, name ji Wezîrê Dadê re şandin. Girtiyan di nameyê de wiha gotin: "Li Rojhilata Navîn teminata aştiyê Birêz Ocalan e."  5 girtiyên li Girtîgeha tîpa L a Panosê ya Agiriyê 152 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, 2 name ji Wezîrê Darê re şandin. Girtî Mehmet Bozdag, Cengaver Aykul, Atîlla Coşkun Ozer, Omer Kabul û Abdullah Kizilkaya ku ji 18'ê Kanûna 2018'an de di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, 2 name ji Wezîrê Dadê re şandin û name gihişt destê wezîr. Giriyan di nameya xwe de diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê wê çalakiya xwe berdewan bikin. Di nameya ku li ser navê Abdullah Kizilkaya û Cengaver Aykul ê sewqi Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xerpêtê kirin û girtî Mehmet Bozdag û Atilla Coşkun de dan Wezîrê Dadê, wiha hat gotin: "Di serî de mirov û gelên cîhanê, di pergala cîhana sosyo-politik de, bi pêdiviya nîzam û bicihbûnek nû ketine sedsala 21'an. Rudana vê pêdiviyê herî zêde xwe li Rojhilata Navîn dide der. Ger ku li gorî feraseta guncav, rast û dîrokî gav neyên avêtin, wê windahî pêş bikevin. Xuya ye ku dewletên kurevî yên mêtînger û kapitalist, bi stratejiya menfaeta kûr li ser welatê me û herêma me tev digerin. Wekî ku nêzî hev û di îttifakê de bin xuya dikin û dixwazin gelê welatê me û herêma me dîl bigirin û mohtacî xwe bikin. Dixwazin dewletên herêmê jî her dem bînin hemberî hev û bi hev bidin şerkirin. Ji bo derketina ji vê rewşê, xuya ye ku stratejiya çarseriyê xuya nabe.    ÇIQAS TECRÎD KÛR BIBE BÊTIR WINDA  DIKIN   Bingeha stratejiya emperyalizmê li ser lîstikên kûrkirina pirsgirêka Kurd, domdarkirina şer tê avakirin. Wekî 15'ê Sibata 1999'an, niha jî bi kûrkirina tecrîdkirina li Îmraliyê û îsolazyona bê minak a Brêz Abdullah Ocalan, dixwazin rê li pêş hewldanên çareseriya aştî û demokratîk bigirin. Kesên aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin, kesên dixwazin xwe ji vê tora emperyalizmê rizgar bikin, mirovên bi rûmet û hestiyar wê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Em mirovên xwedî vê fikr û ferasetê jî ji bo rizgariya gelê xwe azadî û aştiya gelê xwe, rakirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan, azadiya fikrî û fîzîkiya Ocalan, bi dawîkirina polîtîkayên şer, pêşxistina aştiyê, bi dawîlêanîna îşkenceya li girtîgehan, binpêkirina maf û hiquqê, ji 18'ê Kanûna 2018'an  û şûnde dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin.    TEMÎNATA AŞTIYÊ OCALAN E    Di nameya li ser navê Omer Kabul hat dayîn de jî wiha hat gotin. "Li girtîgehên Tirkiyeyê ji berê de mijarên sirgûn, tecrîd, pêkanînên keyfî, xezpên mafan, mirina gritiyan dibin rojev. Li girtîgehan bi qasî neyê jimartin pirsgirêk pir zêde ne. Tevî hemû hewldanên me yên hiqûqî mixabin bersîvek erênî nehatiye dayîn. Gavên çareseriyê nehatiye avêtin. Mînaka vê yekê jî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan e.  Normên hiqûq û qanûna bingehîn pêk nayên. Ger ku li Rojhilata Navîn aştiyek pêk bê ew jî wê bi Oclan pêk bê. Li Rojhilata Navîn temînata aştiyê Birêz Ocalan e. Li ser Birêz Ocalan tecrîdek pir giran heye. Bi vê yeke jî nayên ser, pergala tecrîdê ku bi salan e li Îmraliyê di meriyetê de ye, niha li ser girtîgehen din jî dixin meriyetê. Heta tecrîdkirina Brêz Ocalan bi dawî nebe, heta bi rêk û pêk parêzer û malbat neçin hevdîtinê nekin ezê greva xwe berdewam bikim.    Li girtîgeha Tîpa L a Panosê girtî terkî mirinê hatine kirin. Li gel zêdeyî salekê ye ev girtîgeh vebûye jî hêj şertên jiyana mirovî tune ye. Daxwazên me yên rewa û hiqûqî dikin mijara ku ceza li me bibirin. Ji ber vê yekê heta tecrîdkirina Birêz Ocalan  û tecrîdkirina li ser girtiyan bi dawî bibe ezê çalakiya xwe ya grevê berdewam bikim."