Li Rihayê angaşta îşkenceya di bin çavan de 2019-05-18 12:48:42   RIHA  - Hat angaştkirin ku li miduriyeta polisan îskence li 10 kesên ku li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê hatine binçavkirin, hatiye kirin.    10 kesên ku roja pênçşemê li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, li Şaxa TEM'ê yê ya Rihayê tên girtin. Hat angaştkirin ku polisên TEM'ê îskcence li her dehên di bin çavan de kirine. Hat ragihandin ku her deh kes jî bi awayekî çav girtî û destê wan ji pişt ve kelepçekirî, di bin navê "lêpirsînê" de ji hucreyan hatine derxistin û derbasî qateke jorê hatine kirin. Li viderê her deh kes jî hem rastî îskenceya psîkolojîk û hem jî rastî îskenceya fizîkî hatine. Tê payîn ku hert deh jî piştî çend rojan derkevên dadgehê.