Ciwanan Herêm Mehmûd ziyaret kir 2019-05-18 12:41:11   NAVENDA NÛCEYAN - Komek ciwan, Endezyar Herêm Mehmûd ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ye, ziyaret kir.    Li navçeya Kelar a Germiyanê Herêm Mehmûd li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Endamên Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ji bo piştgiriyê çûn serdana Herêm Mehmûd. Herêm Mehmûd xêrhatin ciwana kir û eşkere kir ku serdana ciwanan moral da wî. Herêm Mehmûd di axaftina xwe de bang hemû ciwanan kir ku ji bo civaka xwe xebatê bikin û xwe bi rêxistin bikin. Li ser navê ciwanan jî Kurdo Pênciwênî axivî û ji hemû çalakgerên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê re serkertin xwest û bang li ciwanan kir ku piştgiriyê bidin berxwedana dayik û çalakgeran.   Ciwanan weke xelat laçik spiyek dan Herêm Mehmûd.