Polisan xwest ajokerên gotin 'Her tişt wê xweştir bibe' bêkar bîminin 2019-05-18 12:22:19 ŞIRNEX - Polisan, li Silopyayê derbarê 2 ajokerên ku gotin 'Her tişt wê xweştir bibe' de dosyeyek amade kir û ji kooperatîfa ajokaran xwest ku sala bê kar nede her du ajokaran.    Li navçeya Silopya ya Şirnexê beriya demekê ajokerên serwîsên xwendekaran ên bi navê Y.O. û R.O. di hesabên xwe yên medya civakî de, dûrişmeya 'Her tişt wê xweştir bibe' a Namzetê CHP'ê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku ji aliyê Saziya Hilbjartinê ya Bilind (YSK) ve mazbataya wî jê hatibû standin, parve kirin.    Polisan derbarê her du ajokaran de jî dosye amade kir. Polis, bi dosyeya ku amade kirine çûn kooperatîfa ku ajokar girêdayî wê ne û têkildarî mijarê bi rêveberiya kooperatîfê re hevdîtin kirin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin polisan ji rêveberiya kooperatîfê xwestiye ku sala bê ji ber vê parvekirina wan kar nede her dû ajokaran.