Ji ber hecizê koltixa Hevşaredarê Qersê desteser kirin 2019-05-18 12:15:14 QERS - Şaredarê Qersê yê MHP'î yê berê, bi deynekî zêde şaredarî dewrî Hevşaredarên HDP'î kirin. Ji ber şaredarî bi deynekî mezin hat dewirkirin her roj heciz li ser hecizê ji şaredariyê re tê. Memûrên hecizê ji ber malê şaredariyê yên desteser bike tune, vê carê koltix û hemû mobilya yên nava şaredariyê desteser kirin. Hevşaredar Ayhan Bilgen bertek nişanî vê yekê da û got: "Em ê vê îhaleyê lekolîn bikin. Ger ku nelirêtê tune be emê bi rêbazekê dayîn bidin.    Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), şaredarî bi deynê 338 milyon û 380 hezar TL ji MHP'ê dewir girt. Piştî HDP hat ser karê şaredariyê memûrên hecizê heta niha hemû mal û milkê şaredariyê heciz danî ser û desteser kir. Piştî mal û milkê şaredariyê ku heciz tîne ser nema, vê carê koltix û hemû mabilya avahiya li şaredariyê heciz kir û dest danîn ser. Firmaya ku nikarîbû 430 hezar TL deynê xwe ji şaredariyê bistîne, hemû mobilyayên şaredariyê heciz kir û dest danî ser. Dest danî ser kaltix û mobîlyaya odeya Hevşaredarên Qersê Şevin Alaca û Ayhan Bilgen jî.    QOLTIX JÎ HECIZ KIR   Di serdema Şaredarê MHP'î Murtaza Karaçanta de Parka Lîstikê li Parka Ataturk ava kirin û 430 hezar TL  deynê fîrmayê nedan. Piştî şaredarê berê deynê fîrmayê neda. Firmaya Kent Park a li Enqereyê, piştî pereyê xwe negirt dest bi karê hecizê kir. Karmendên hecizê û parêzerên fîrmayê bi hevre hatin Şaredariya Qersê û ji bo hecizê her tişt xistin bin qeydan. Mobîlyayên li odeya Hevşaredar Şevin Alaca û Ayhan Bilgen jî desteser kirin. Disa hemû mobîlyayên li odeyên midûr û yekîneyên din jî ji bo hecizê xistin bin qeydan. Parêzerên fîrmayê diyar kirin ku 430 hezar TL deynê wan li şaredariyê heye.    Hat diyar kirin ku parêzerê fîrmayê, wê li gel memûrên hecizê roja duyemê bên şaredariyê û hemû mobilyayên li şaredariyê kom bikin û bibin.    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: "Duh parêzerên fîrmayê û memûrên hecizê hatin hemû mobilyayên li şaredariyê qeyd kirin. Hemû maseyên xebatê û koltixên li şaredariyê tev heciz kirin. Rêveberiya berê ev deyn tev ji rêveberiya pişt xwe re hişt. Mirov nikare vê yekê tenê bi nîyeta xerab pênase bike. Deynê ceyranê nedaye. 5 mehin heqê qarkeran nedaye. Li gel vê yekê diçe bi deyn mobîlya dikire. Ev raste rast nelirêtî ye. Bi heciza dawî mobîlya desteser kirin. Me bi firmayê re hevdîtinên pêwist kirin. Em ê ji bo lêkolîna îhaleyê dem bixwazin. Em ê vê mijarê bibin darazê û Ger ku nelirêtî tune be emê bi şiklekî vî deynî bidin."    MA / Adnan Bilen