Walîtiya Edeneyê Şahiya Cîwanan qedexe kir 2019-05-18 12:01:18 EDENE - Şahiya Cîwanan ku dê ji aliyê Meclisa Cîwanan a HDP'ê ya Edeneyê ve bihata lidarxistin, ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve hat qedexekirin. Cîwanan bertek nîşanî qedexeyê da û gotin ku dê di berxwedanê de israr bikim.    Şahiya Cîwanên Çûkûrovayê ya Meclisa Cîwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê ku sibê bihata lidarxistin, ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve hat qedexekirin. Walîtiyê ji bo qedexeyê "Çîroka (C) a xala 11'emin a Qanûnê Hejmara 5442 a Rêveberiya Bajar" hincet nîşan da. Biryara walîtiyê li avahiya HDP'ê ya Edeneyê ji aliyê Meclisa Cîwanan a Bajêr ve bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.    Li ser navê meclisê endamê meclisê Helbest Canel Olgaç daxuyanî da û diyar kir ku polîtîkayên tundiyê yên desthilata siyasî yên li ser cîwanan qebûl nekin û ev titş got: "Bi biryara walîtiyê careke din mafê me yê demokratîk ê şahiyan ji destê me hat girtin. Weke Meclisa Cîwanan a HDP'ê em dizanin ku ev biryar bi zihniyeta desthilata siyasî hatiye dayîn. Em careke din dubare dibêjin ku bi nenaskirina qadê vîna cîwanannayê şikandin. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê bi tevger û enerjiya cîwanan di berxwedanê de israr bikin."   Daxuyanî bi dûrişmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Bijî berxwedana zindana" bi dawî bû.