Di dîroka Tirkiye de gavek yekemîn: 21 Laçik Spî 5 rojin li meclîsê di çalakiyê de ne 2019-05-18 11:43:58 ENQERE - Di diroka Meclisa Tirkiye de gavek yekemîn tê avêtin. 21 dayikên Laçik Spî, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe 5 rojin, bi stran û zimêrên kurdî li Salona Meclisa Tirkiye çalakiya rûniştinê li dar dixin. Dayikên 5 rojin li meclîsê nobetê digirin, diyar kirin ku heta daxwazên girtiyan pêk neyê wê nobeta xwe li meclîsê berdewam bikin. Dayik 24 saetan li benda agahiyek xweş in.   Li Meclîsa Mezin a Milletê Tirkiyeyê (TBMM) 21 Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, bi Laçikên Spî yên ku sembola aştiyê ne, 5 rojin nobetê digirin. 21 dayikên Laçik Spî yên berê li pêş Girtîgehên Gebze, Bakirkoy Amed û li navçeyên Qoser, Sîlopî û Rihayê xwestin balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe û rastî tundî û êrîşa polîsan hatin, vê carê li Meclîsa Tirkiye (TBMM)  çalakiya xwe berdewam dikin. Dayikên Laçik Spî li gel tundî û êrîşa polîsan gav paşve neavêtin û vê carê çalakiya xwe li Meclisê berdewam dikin.    21 LAÇIK SPΠ   21 Dayiken Laçik Spî yên ji Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Wanê kom bûn û berê xwe dan Enqereyê 5 rojin li Salona Meclîsê çalakiya xwe berdewam dikin. Dayikên ku li salonê roj û şevên xwe derbas dikin li vir fitara xwe vedikin û li vir radibin paşîvan. Dayik serê sibê saet di 07:00’an de hişyar dibin û hemû roja xwe li salonê derbas dikin. Dayik, karê ewil nûçeyan temaşe dikin û rojevê dişopînin. Çavên wan li agahî û nûçeyek xweş digere. Dema televîzyonê vedikin ango telefonek tê dixwazin agahiyek xweş bibhizin. Dîsa dema yek ji derve tê salonê dixwazin agahiyek xwe ji wan bibhîzin. Dayik li hemberî her geşedan û tevgerekê bi kelevan û hevî li benda geşedanek nû ne.     ‘ZILMA WAN HEYE    Dayikên ku di nava rojê de li dora masa civînê kom dibin, di nava rojê de sohme dikin û li ser geşedanan niqaş dikin. Dayik hem bi mêvan û parlamenterênk HDP’ê yên tên ziyareta wan re sohbed dikin û hem jî dinava xwe de nqaşan dimeşînin. Dîsa çalakiyên dayikan ên li derve rastî tundiya polîsan tên jî dişopînin. Xwişka Taha Yaşar ê di 1'ê Adarêde li Girtîgeha Siwerekê di gervê de ye û dayika Selman Buyuktop ê li Girtîgeha Rihayê di grevê de ye Hamide Buyuktop, diyar kir ku dema êrîşa polîsan a li dijî dayikan temaşe dike pir bêzar dibe û wiha got: "Ger ku zilma wan hebe yê me jî xwedayê me heye."    Dayikek din jî li dijî tundî û zilma polîsan destê xwe radike hewa û dike hawar.     DENGÊ ZIMÊR, DUA Û DIRÛŞMEYAN DI NAVA HEV DE OLAN DIDE    Di nava rojê de li Salonê dengê dayikan ê zimêr, dua, stran û dirûşmeyan di nava hevde kolan dide. Dayik herî zêde li ser zindanan stranan dibêjin. Dayik bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” berz dikin.    LAÇIKA SPÎ BÛ SEMBOL    Êş û daxwaza dayikan ku ew li Meclîsê û kolanan anîn cem hev, di Laçika Spî de bû Sembol. Dayik dema televizyonê demaşe dikin û dema di nûçeyan de ji bo çalakiya wan bi gotina "Tevgera Laçik Spîyan" tê pênasekirin moral distînni û bi vê yekê kefxweş dibin.    ‘EZ JI MECLÎSÊ JI WERE DINIVÎSIM'   Dayika Azîz Tufan ê ji 1'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa D a Amedê di grevê de ye, Yesure Tufan diyar kir ku 7 xwarzê û biraziyên wê li girtîgehên cuda girtî ne. Yesure Tufan, ji xwarzê û braziyê xwe re nameyan dişîne. Tufan di nameya xwe de bi sernavê “Ez ji Meclîsê ji were dinigvîsim" dest bi nivîsê dike. Tufan, di sala 1990'an de piştî li dijî navenda Liceyê operasyon pêk hat, piştî gulebarana ji helîkoptêrê  ji ber tirs û panîkê 3 zarokên wê beriya bên ruyê dinyayê mirî çêbûn. Tufan, anî ziman ku di salên 90’an de dewletê 3 zarokên wê di zikê wê de kuştin û wiha got: "Zarokên min ên cêwî dema 8 mehî di zekê min de jiyana xwe ji dest dan. Dîsa zarokek min a 7  mehî di zikê min de jiyana xwe ji dest da. Niha kurekî min di grevê de ye. Her roj li ber çavê min dihile. Çîroka her kurdekî romamek e. Heta tecrid bi dawî bibe çalakiya me wê berdewam bike. Heta tecrîd bi dawî nebe ez deriyê mala xwe yşa Lecê venakim. "    ‘EWIL LI KOLANÊ NIHA LI MECLÎSÊ LI ER XWE DIDE   Dayika Mazlum Demîr ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye, Feride Demir jî diyar kir ku beriya bê meclîsê li Amedê çalakiya xwe li kolanê berdewam dikir û wiha got: "Min berê li kolanê xwest dengê xwe bilind bikim, niha li Meclisê hewl didim dengê xwe bilind bikim. Berê dengê me li kolanê nebihîstin. Niha em dengê xwe li meclîsê bilind dikin. Divê hikûmet bi lez gavan bavêje. Êdî her kêlî ji bo me pir girîng e. Kêliya ku derbas dibe pir girîng e. Kurê min 13 kilo winda kiriye. Ez êdî li malê xwarin çênakim. Ez bi heviyekê hatim. Tu carî heviya min qut nebû. Berxgxwedan jiyane."    DAYIKA POLÎSAN EW LI QOSERÊ BI ERDÊ RE KAŞ KIR   Dayika ku polîsan ew li Qoserê bi erdê re kaş kir Havlet Oncu jî piştî çalakiya li Qosere niha li Meclîsê çalakiya xwe berdewam dike. Oncu wiha got: "Em tu carî dest ji vê têkoşînê bernadin. Heta daxwazên girtiyan pêk nînin emê li vir bin."    ÇALAKIYA DAYIKAN DI DÎROKA TIRKIYE DE YEKEM E    Dayikên ku berê li kolanan xwestin hawar û dengê xwe bilind bikin û rastî tundiya polîsan hatin, niha li Meclîse yekem car bi girseyî çalakiya xwe berdewam dikin. Ev çalakiya dayikan a li Meclîse di Dîroka Tirkiye de gava yekemîn e.    Dayikên ku bi daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdülhamit Gul a 'Me qedexeya ku parêzer bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin rakiriye.'  kêfxweş bûn, lê ji ber ku hêj gavên şênber nehatine avêtin û dawî li çalakiya grevê nehatiye dayik bi biryarin heta encam bistînin çalakiya xwe berdewam bikin.    MA / Diren Yurtsever