Li girtîgerha Şakranê di bin navê lêgerînê de dest danîn ser alavên girtiyan 2019-05-18 11:22:15 STENBOL - Yûsûf Ozdemîr ku 76 roj in li Girtîgeha Hejmara 4 a Şakranê di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku di bin navê lêgerînê de hemû alavên hatine desteserkirin.    Yûsûf Ozdemîr di sala 2009'an de dema ku li Zanîngeha Dokûz Eylulê Beşa Hemşîretiyê dixwend hat girtin û 15 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Ozdemîr 76 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Hejmara 4 a Şakranê di greva birçîbûnê de ye. Ozdemîr bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û qala rewşa xwe kir û ev tişt got: "Rêveberiya girtîgehê di bin navê lêgerinê de bi ser kogûşê wan de girtiye û hemû alavên wan destser kiriye.    RÛNIVÎNAN JÎ DESTESER KIRINE   Bavê Ozdemîr Osman Ozdemîr diyar kir ku ji jiyana kurê xwe guman dike û wiha got: "Bi ser hemû kogûşan de girtine. Hemû alavên wan desteser kirine. Tenê nivînên wan dane wan. Rûnivînên wan jî nedane wan. Kurê min jixwe di grevê de ye. Niha rewşa wî çî ye em nizanin. Ji ber ku bi telefonê bi me re axivî agahiyan bi awayekî zelal neda me."    'BERDÊLA WÎ ÇI DIBE BILA BIBE EM LI CEM ZAROKÊN XWE NE'   Ozdemîr destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku hiqûq û mafên mirovan tê binpêkirin de derbas dibin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Hemû civak di bin tecrîdê de ye. Kurê min di sala 2012'an jî ketibû greva birçîbûnê. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Zarokên me ji bo li hemberî vî sûcê mirovahiyê dengê xwe bilind bikin ketine grevê. Em li cem berxwedana zarokên xwe ne. Berdêla vê çi dibe bila bibe em li cem zarokên xwe ne."   EM BAWER DIKIN KU ZAROKÊN ME TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'   Ozdemîr bi bîr xist ku bi hezaran mirov ji bo ku Tirkiye qanûnên xwe pêk bîne ketine greva birçîbûnê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Zarokên me bertek nîşanî vê yêkê dan û ketin greva birçîbûnê. Li ber çavên me dihelin. Xweragirtina dayik û bavan a li hemberî vê yekê gelek zehmet e. Ev tecrîd hemû civakê dihewîne nav xwe. Daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Em bawer dikin ku dê zarokên me vê tecrîdê bişikînin."