Rojnamegerê di grevê de Guleş: Ez nikaribûm bêdeng bimama 2019-05-18 10:48:13 XARPÊT - Rojnameger Mehmet Guleş ku di çalakiya greva birçîbûnê de ye sedemê ketina xwe ya grevê wiha vegot: "Di vê dema ku pêvajoya hebûn-tûnebûna kurdan tê jiyîn û li ber serê min laşê mirovan pirtî pirtî dihehele de, ez nikaribûm li hemberî vê yekê bêdeng bimînim."  Çalakiya greva birçîbûnê ya    Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Xarpêtê ji 4'ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye nameyek şand û qala çalakiya xwe û tundiyên li ser wan kir. Rojnameger Guleş diyar kir ku ji roja dest bi grevê kiriye heta niha 9 kîlo winda kiriye û wiha qala helwesta rêveberiya girtîgehê ya li hemberî wan kir: "Rojnameya Yenî Yaşamê nadine me. Rojnameya Evrenselê didin me, wê jî heftê çend rojan nadin. Li gel ku em di grevê de ne jî pêwîstiyên me yên qantînê nayên pêşwazîkirin.    Qehwe, salep, ava fîkiyan û karbonatê nadin me. Ji 1'ê Adarê ve hevalên me yên ku di odeyên yekkesî de di grevê de hene. Van hevalên me zêdetirî salekê ye bi awayekî bêhiqûq di van odeyan de tên girtin û daxwazên wan ên odeyên sêkesî nayên qebûlkirin. Li gel ku bi dehan caran ji bo derketina xwe ya ji van odeyan daxwazname nivîsandine jî daxwaznameyên wan tên redkirin. Li hemberî vê yekê ew jî kontrolên tansiyon û şekirê qebûl nakin. Em ji rewşa wan a tenduristiyê bi guman in. Daxwazên me yên guhertina odeyê jî nayê qebûlkirin.    'BÛ PÊVAJOYEKE KU WATE DIDIM JIYANÊ'   Guleş ragihand ku ji ber bandora greva birçîbûnê bi qasî berê nikare pirtûk bixwîne û ev tişt got: "Ez kêfxweşî û serbilindiya 71 rojên xwe yên derbasbûyî dijîm. Ji ber pêvajoya hûrbûna xwe ya wate dayîna jiyanê ferq nakim ku rojên min çawa derbas dibin. Ji ber ku weke berê nikarim pirtûk bixwînim, o piraniya dema xwe bi bêhvedanê derbas dikim.    'BI VÊ BERXWEDANÊ DÎROK TÊ NIVÎSANDIN'   Guleş têkildarî sedema destpêkirina xwe ya grevê jî ev titş anîn ziman: "Ji ber dema ku em tê re derbas dibin peywir û berpirsyariyên me hene. Reva ji vana ne sincî û ne jî wijdanî ye. Di vê dema ku pêvajoya hebûn-tûnebûna kurdan tê jiyîn û li ber serê min laşê mirovan pirtî pirtî dihehele de, ez nikaribûm li hemberî vê yekê bêdeng bimînim. Em dikarin bibêjin ku bi vê berxwedanê dîrok tê nivîsandin. Em jî şahidiya vê dîrokê dikin û dijîn. Di sedsala 21'emîn de ku mirovan bi dîtina Çalareş (Kara Delîk) dîrok nivîsandin, em di dîroka vî welatî ya bêyom de demeke ku li hemberî zilmê çalakiya greva birçîbûnê hene dijîn. Dibe ku ev çalakî beriya hezar salan dest pê kiribe lê di salên 1980'ê de hat dîtin. Lê heke hê ev çalakî bidome, ev nîşaneya pêşketina vî welatî ye. Ji ber meha Remezanê ku em têde ne, bivê nevê mirov girtina rojiyê lêpirsîn dike. Misilman di çarçoveya pîroziya vê mehê de xwe ji gunehan paqij bikin, nefsa xwe bi sînor dikin, mafê mirovana naxwin û tobe dikin. Lê qet pêwîstî pê nabînin ku van pirsan "Van mirovên bi mehan e di grevê de çi dxwazin?" , "Di vê sedsalê de çima mirov serî li vê çalakiyê didin?" ji xwe bikin. Paşê jî radibin; dibêjin 'Em mafê evdan naxwin' Bi hezaran mirov ji bo li hemberî zilmê bêdeng nemînin serî li vê rêbazê dane û li ber xwe didin lê bi hezaran kesên rojî digirin li hemberî zilmê bêdeng bûne. Belê 2 rêbazên girtina rojiyê hene. Rêbaze yekemîn xwe ji gunehan paqijkirin e. Rêbaza din jî çalakiya greva birçîbûnê ye ku mirov li hemberî zilma li ser civakê serî lê didin û bi awayekî serbilind û aştiyane dijîn û dixwazin mirinan asteng bikin."