Kêfa zarokan a avjeniyê 2019-05-18 10:00:50   AMED - Zarokên Navçeya Sûrê ya Amedê piştî germa hewayê zêde bû, berê xwe dan Qanala avê ya Parka Anzelê û bêyî bipirsin ka derdor wê ji wan re çi dibêje? li gorî keyfa xwe avjeniyê dikin.    Di demsala baharê de bi hefteyan baran li ser hev bardiya. Di rojên dawî de ewrên baranê belav bûn û li şûna wan germahiyek zêde cihê xwe girt. Di rojên dawî de pîleyên germê li Amedê heta 32 C jî bilind dibe. Zarokên navçeya Sûrê ya Amedê ku firsendê dibînin berê xwe didin Parka Anzelê û xwe davêjin qanala Avê ya Anzelê. Zarokên ku dikevin avê bêyî ku bipirsin ka derdor wê ji wan re çi bibêje? cilên xwe ji ser xwe davêjin û xwe davêjin nava qanala avê. Zarokên ku demekê di ava qanalê de avjeniyê dikin, piştre li ser kevirên dora hawiz xwe dirêj dikin û keyfê xwe dijîn.