Îhsan Elîaçık: Êrîşa polisan a sifreya me jî cureyeke tecrîdê ye 2019-05-18 09:34:28 STENBOL - Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik ku di êrîşa polisan a li hemberî sifreya erdê ya li Kolana Îstîklalê hatibû dayîn de hatibû derbkirin got ku êrîşa polisan a sifreya wan jî cureyeke tecrîdê ye.   Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik di mudaxaleya polisan a li hemberî sifreya erdê ya li li Kolana Îstîklalê hatibû dayîn de hatibû derbkirin. Elîaçik têkildarî tundiya polisan a li hemberî xwe û çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê axivî û nirxandinan kir.    Elîaçık di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tundiya polisan a li hemberî sifreya erdê û diyar kir ku di encama mudaxleyê de 8 kes hatine binçavkirin û beyî ku derkevin cem dozger hatine berdan. Elîaçik êrîşa polisan a li hemberî sifreya erdê wek cureyeke tecrîdê bi nav kir û wiha got: "Destûr nedan girseya ku hatibû wir sifreya xwe deyne. Ji ber ku roja destpêkê ya Remezanê bû, me rojeke gelek zehmet derbas kir. Ji bo me rojeke reş bû, wergeriya duşema reş."   'DIVÊ KES NEMIRE   Elîaçik çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên  li girtîgehan didomin jî li gorî ola îslamê nirxand û ev tişt anî ziman: "Di meha Remezanê de misilman rojiyê digirin. Bi awayê sekuler dest bi greva birçîbûnê dikin. Lê belê fitariya her greva birçîbûnê heye. Wexta dibe êvar fitarî tê kirin, roja dinê dîsa tê girtin. Kesên birçî, ji bo zanibin çi dikişînin xwe tatbîq dikin. Yanî di ola îslamê de xwekuştina bi birçîbûnê tune ye. Eger kes çareyeke din nebîne û rabe xwe bi birçîbûnê bikuje, di îslamiyetê de tasrîfa vê yekê ne mimkun e. Yanî mirina bi birçîbûnê tune ye. Divê kes nemire. Divê greva birçîbûnê bi mirinê bi dawî nebin. Lê mirov dikarin ji bo bihîstina dengê xwe bi awayekî nemirin xwe birçî bihêlin. Di vê yekê de pirsgirêk tuneye.   'DIVÊ HIKUMET DEV JI TECRÎDÊ BERDE'   Elîaçık di berdewamê de bal kişand ser armanca çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê û helwesta hikumetê û wiha pê de çû: "Ne tenê girtîgeh, hemû civak hatiye tecrîdkirin. Li ber derê girtîgehan dayik tên çokirin. Em dibînin ku dayikên 60-70 salî bi erdê ve tên kaşkirin. Ez vê yekê gelek şaş dibînim. Dayikên Şemiyê tên berbelavkirin. Sifreyên erdê tên berbelavkirin. Van hemû tiştan heman kes dikin. Ev hemû jî di meha Remezanê de tên kirin. Ev hemû jîtecrîd, tundî û zilm e. Li dijî van tiştan li hundir ketine greva birçîbûnê û dixwazin tundiya li derve ya li ser civakê bidin hîskirin û bihîstin. Divê ev bê fêmkirin û hikumet rojek zûtir dev ji tundî û tecrîdê berde."