Ji bo du pantoran 4 sal û 8 meh ceza lê birîn! 2019-05-18 09:21:44 STENBOL - Dadgehê 4 sal û 8 meh ceza li penaber B.G. birî ku ji hewl dabû ji Zarayê du pantoran bidize. Parêzer Rûken Ballikaya, bal kişand ser poşmaniya muwekîlê xwe got: "Zarokên ji bo pêdiviyên xwe ber bi sûcên mezin ve tên hêlkirin, bedêlên mezin didin. Ev biryar li dijî heqaniyetê ye."    Di 14'ê Nîsanê de li navçeya Fatîh a Stenbolê, penaberê bi navê B.G. ê ji Cezayîrê, bi îdiaya li navenda alvêrê ya Hîstoriayê li mexazeya bi navê Zara "dizî" kiriye hat girtin. B.G., di parêziya xwe de diyar kir ku ew poşman e, lê belê dadgehê 4 sal û 8 meh ceza lê birî.    Danişîna doza B.G., di 16'ê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 30'yemîn a Stenbolê pêk hat. B.G., di parêziya xwe de qebûl kir ku wî du pantorên bi 269 û 199 lîreyî rakirine û got: "Tawanbarî rast e. Poşman im. Bêhişê xwe ez tev geriyam. Cara ewil e tiştekî wisa dikim. Ji muştekî û dadgehê lêborînê dixwazim."   Lê belê dadgehê 4 sal û 8 meh ceza li B.G. birî.   ‘LI DIJÎ HEQANYETÊ YE'    Parêzera B.G. Rûken Ballikaya, destnîşan kir ku biryara dadgehê li gorî madeya 35'an a TCK'ê li dijî heqaniyetê ye. Ballikaya, bilêv kir ku diviya şert û emrcên civakî-aborî esas bihatana girtin û li gor nirxê maddî ceza bihata birîn û got: "Zarokên ji bo pêdiviyên xwe ber bi sûcên mezin ve tên hêlkirin, bedêlên mezin didin. Ev biryar li dijî heqaniyetê ye."    Ballikaya, diyar kir ku ew ê li dadgeha îstinafê îtiraz bikin û ji bo rewşa girtinê ya muwekîlê xwe jî li dadgeha cezayê giran îtiraz bike.    MA / Yasin Kobulan