Odeya Bijîşkan a Êlihê: Di rojiya mirinê de tu tiştên avî yên jiyanî nayên vexwarin 2019-05-18 09:19:48 ÊLIH - Serokê Odeya Bijîşkan a Êlihê Dr. Selahattîn Ogûz, destnîşan kir ku ji bo girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de saniye jî pir girîng in û got: "Ên di rojiya mirinê de tu tiştên avî yên jiyanî venaxwin. Ji bo pêvajo zêde dirêj nebe divê çareseriyeke demokratîk û mirovî bê peydakirin."    Serokê Odeya Bijîşkan a Êlihê Dr. Selahattîn Ogûz, bal kişand ser rewşa tenduristiyî ya kesên li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne.    ‘BILA DAXWAZ BÊ QEBÛLKIRIN'    Ogûz, diyar kir ku heta niha çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hemû mudaxileyên tibbî red kirine, lê belê asta krîtîk ji zûv de derbas bûye. Ogûz, anî ziman ku ew wek Odeya Bijîşkan a Êlihê ji nêz ve pêvajoyê dişopînin û got: "Her çend em ji nêz ve bişopînin jî ya em dikin tenê çavdêrî ne. Çimkî li holê çalakiyeke îradî heye. Heta girtî nebêjin mudaxile bikin em tenê dikarin raçav bikin. Em di her şert û mercî de mafê jiyanê diparêzin. Her wiha daxwazeke çalakgeran heye. Daxwaza wan ew e ku ji bo mirov bijîn divê daxwaza wan a qanûnî bê qebûlkirin."    'SANIYE JÎ PIR GIRÎNG IN'    Ogûz, bilêv kir ku ji bo girtiyan saniye jî pir girîng in û got: "Çalakgerên di greva birçîbûnê de hin tiştên avî yên jiyanî vedixwin. Li gor ên rojiya mirinê hinekî baştir in. Lê belê ên di rojiya mirinê de bi tu awayî tiştên avî yên jiyanê venaxwin. Loma saniye pir girîng in. Ji bo pêvajo zêde dirêj nebe divê çareseriyeke demokratîk û mirovî bê peydakirin."   Ogûz, diyar kir ku ji bo demilest heyetên serbixwe lêkolînê bikin wan bang li rayedaran kiriye, lê belê heta niha bi tu awayî daxwaza wan pêk nehatiye. Ogûz, bilêv kir ku eger niha çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin jî wê nerihetiyên cidî û mayînde li wan peyda bibin. Ogûz, anî ziman ku ji bo wan jiyan pîroz e û got: "Eger rayedar bi awayekî erênî nêzî pêvajoyê bibin û daxwaz li gor hiqûqa hundurîn û gerdûnî pêk bên wê pirsgirêk ji binî ve bê çareserkirin."