Girtiyê di greva birçîbûnê de: Em bi dengê we hêzdartir dibin 2019-05-18 09:13:38 EDENE – Mazlûm Erdem ku li Girtîgeha Ceyhanê 79 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbatê xwest ku dengê xwe bilintir bikin û Dengê wan bêtir ragihînin. Erdem, anî ziman ku bi dengê derve bêtir bi hêz dibin.  Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê Mazlûm Erdem ê 24 salî 79 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Erdem, di sala 2016'an de hatiye girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn. Di 16'ê Gulanê de diya Mazlum Nafiye Erdem kurê xwe li girtîgehê ziyaret kir. Mazlum Erdem bi rêya dayika xwe agahî dan û diyar kir ku her diçe rewşa tenduristiya wan xirabtir dibe û got: "Rewşa hevalê me Mehmet Emîn Ador, Bûrhan Çelîk û Şahîn Tan pir xirab e. Ji devê hevalê me Ador xwîn tê. Hemşîre her roj kîlo, tansiyon û şekirê me kontrol dikin. Em pir zihîf bûne. Nikarin rakevin. Masûlkeyên me dihelin. Her diçe em bêtir dihelin."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'    Erdem, diyar kir ku çalakiyên tên kirin têr nakin û got: "Li derve têkoşînek heye. Lê belê ji bo şikandina tecrîdê têr nake. Divê deng hîn xurtir derkeve. Dengê me bêtir ragihînin. Em bi dengê we hêzdartir dibin. Bedêl çi dibe bila bibe heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike. Teqez em ê bi ser bikevin. Her ku hûn dengê xwe bilind bikin em ê bi ser bikevin."    ‘BILA GIRTÎ NEMIRIN'    Dayik Nafiye Erdem jî bilêv kir ku rewşa girtiyan di asteke pir krîtîk de ye. Erdem, diyar kir ku berî girtî bimirin divê daxwaza wan bê qebûlkirin û got: "Bila tecrîd bi dawî bibe û girtî bijîn. Em naxwazin tu dayik biêş in. Êdî bes e."