Li xeta sînor pevçûn: 2 leşker mirin û leşkerek birîndar bû 2017-11-16 16:15:50 COLEMÊRG – Li sînorê bajaroka Rûbarok a Şemzînanê pevçûn derket. Li gorî agahiyên ewil di pevçûnê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û leşkerek birîndar bû.  Li gelek çoltarên herêmê operasyonên leşkerî dewam dikin. Vê carê jî agahiya pevçûnê ji herêma ser sînorê Şemzînanê hat. Li herêma sînorê navbera Bajaroka Rûbarokê ya bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve û Herêma Federa a Kurdistanê pevçûn derket. Di pevçûna navbera endamên HPG’ê û leşkerên TSK'ê de qewimî li gorî agahiyên ewil herî kêm 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû.    Hat zanîn ku li herêmê operasyon û pevçûn berdewam dike.