ROJEVA 18'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-18 09:00:55 * Mazlûm Erdem ku li Girtîgeha Ceyhanê 79 roj in di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku xwîn ji devê girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ador tê û her diçe rewşa wan xirabtir dibe.  * Agît Yildiz ê di greva birçîbûnê de, destnîşan kir ku divê gel li dor dayikan bibe xelek û got: "Heta tecrîd bi temamî bi dawî nebe em ê ji çalakiya xwe tawîz nedin."    * Servet Ertak ku dema 6 salî bû bavê wî Mehmet Ertak di binçavan de hat windakirin, got: "Tenê bav û xizmên me winda nekirin, pêşeroja me û hêviyên me jî dizîn."    * Hanim Tosûn ku hevjînê wê Fehmî Tosûn di binçavan de hat windakirin, bal kişand ser têkoşîna ji sala 1995'an ve û got: "Çawa ku Dayikên Plaza De Mayo 42 sal in Qada Pêncşemê diparêzin, em ê jî Qada Galatasarayê bistînin. Em ê li wir peykerê Dayikên Şemiyê bi cih bikin."    * Abdulbarî Yildirim ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Şakranê 79 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo dayikên kitanspî bi tirkî helbestek nivîsand.    * Resûl Arslan ku li girtîgehê ketibû greva birçîbûnê, piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne, anî ziman ku li girtîgehê girtî moralê herî mezin ji berxwedana dayikan digirin.    * Serokê Odeya Bijîşkan a Êlihê Dr. Selahattîn Ogûz, destnîşan kir ku ji bo girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de saniye jî pir girîng in û got: "Ên di rojiya mirinê de tu tiştên avî yên jiyanî venaxwin. Ji bo pêvajo zêde dirêj nebe divê çareseriyeke demokratîk û mirovî bê peydakirin."    * Dadgehê 4 sal û 8 meh ceza li penaber B.G. birî ku ji hewl dabû ji Zarayê du pantoran bidize. Parêzer Rûken Ballikaya, bal kişand ser poşmaniya muwekîlê xwe got: "Zarokên ji bo pêdiviyên xwe ber bi sûcên mezin ve tên hêlkirin, bedêlên mezin didin. Ev biryar li dijî heqaniyetê ye."    * Çalakiya dayikan a bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe li kolanan û avahiyên HDP'ê berdewam dikin. Dayik li avahiya HDP'ê ya Rihayê çalakiya nobetê berdewam dikin. Dayikên zarokên wan girtî bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe wê li pêş girtîgehên Bakirkoy û Gebzeyê, li Parka Înonu ya Edene, Parka Bariş a Mêrsînê, Parka Koşuyolu ya Amedê li navçeyên Bismil, Sîlopî, Lice, Wêranşar û gelek qadên din çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00)    * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 738'an de bi boneya balê bikişînin ser windayan û bixwazin kujer bên darizandin wê çalakiya xwe ya şemiyê li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, bi armanca “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" wê di hefteya 536'an de çalakiya xwe li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam bike. (12.00 )    *  Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin wê li Konakê çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 373'an de li Qada Galasarayê berdewam bikin. (13.30)