Şaxa ÎHD'ê ya Amedê li eskerên pêl li cenaze kirin gilî kirin 2019-05-17 20:14:55   AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê der barê eskerên ku li Dersimê pêl li cenazeyê endamê HPG’ê yê di şer de jiyana xwe ji dest dabû kir û wêne kişand û kesên ev wêne li ser medya civakî parve kir de gilî kir.    Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, der barê eskerên ku pêl li cenazeyê endamê HPG'ê yê li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest daye kir û wêne kişand û der barê kesên wêne li ser medya civakî parve kir de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir. ÎHD'ê bi îmzeya Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer  serlêdana sûc kir û xwest der barê eskerên ku pêl li cenaze kiriye û Serokê MHP'ê yê Eskişehirê S.Ş. de doz bê vekirin. ÎHD'ê di serlêdana Sûc de diyar kir ku xala Qanûna Bingehîn a “Xala 216'an a TCK'ê ya hêjmar 130/2'an hatiye îhlalkirin û serlêdana sûckir.