Dayikên girtiyan: Bila hikûmet gavên şênber bavêje 2019-05-17 20:04:16   MÊRSÎN - Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de li Tarsûs a Mêrsînê çalakî li dar xistin û xwestin hikûmet gavên bênber bavêje.    Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Tarsûsa Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari endam û rêveberên HDP û DBP'ê û bi dehan dayikên girtiyan amade bûn. Rêveberê Şaxa TUAY DER'ê ya Tarsûsê Kadri Ezer, diyar kir ku îktîdar armanc dike ku di serî de hêza kurd û hemû hêzên muxalif perçe bike û wiha got: "Tirkiye bi polîtîkaya tecrîdê bû welatê ku êdî dayik zarokên xwe defin dikin. Brêz Ocalan ne kesek e. Vînek e. Ger ku dîsa bi Birêz Ocalan re muzakere bên kirin wê karibe bi hêsanî ev welat bêhnê bistîne. Ji ber vê yekê divê tecrîd bêrakirin.    BILA TECRÎD RABE   Ezer, anî ziman ku kengî tecrîd rabû welat wê karibe rehet nefesê bistîne û wiha bi dawî kir: "Divê tecrîd rabe. Divê bêyî girtî jiyana xwe ji dest bidin gavên aştiyê bên avêtin. Divê hikûmet ji bo rakirina tecrîdê bi lez gavên şênber bavêje.    Dayikan bi dirûşmeyên “Biji berxedana zindanan” dawî li çalakiyê anîn.