Malbatên çalakgeran bi rêvebirin AKP'ê re hevdîtin kirin 2019-05-17 16:47:16 EDENE - Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, bi daxwaza rakirina tecrîdê çûn serdana Serokatiya Rêxistina AKP'ê ya Navçeya Seyhan a Edeneyê û bi AKP'iyan re hevdîtin kirin.   Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji bo balê bikişînin ser daxwaz û rewşa zarokên xwe çûn serdana Serokatiya Rêxistina AKP'ê ya Navçeya Seyhan a Edeneyê. Malbatan li rêxistina navçeyê bi rêvebirin AKP'ê re hevdîtineke ji çapameniyê re girtî kirin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin malbatan diş hevdîtinê de daxwaz û rewşa zarokên xwe ji rêveberên AKP'ê re ragihandine.   'MUXATAB HÛN IN'   Malbatan ji rêveberên navçeyê yên AKP'ê re ev tişt gotin: "Em naxwazin tu kes bimire. Zarokên me ji bo ku aştî bê vî welatî laşê xwe dane ber birçîbûnê û dibe em her kêlî agahiya mirina wan jî bibihîzin. Em daxwaz dikin ku tecrîd rabe. Wijdanê me em anîn vir. Em nikarin li malên xwe rûnin. Ji bo ku zarokên me nemirin em her roj li qadan in. Em her kêlî zarokên xwe difikirin. Em dayik in, kezeba me dişewite. Muxatabê vî tiştî jî hûn in. Em naxwazin ku zarokên me bimirin. Bila zûtir aştî bê welat û xwîn bisekine. Daxwazên me ji we ev im."   Hat ragihandin ku rêvebirin AKP'î jî ji malbatan re gotiye ku dê ji nêz ve pêvajoyê bişopînin û agahiyên ku bi wan re hatine parvekirin ji navenda xwe ya giştî re bigihînin.