Pêkirina cenazeyan di rojeva Meclisê de ye 2019-05-17 16:12:17   DERSIM – Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu pêkirina leşkeran a cenazeyên HPG'iyan bir rojeva meclisê.    Beriya çend rojan li bejahiya Dersim di navbera leşker û HPG'iyan de şer û pevçûn derketibûn. Leşkeran pêyê xwe dabûn ser cenazeyên HPG'iyên ku di van şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn û bi vî rengî wêne kişandibûn. Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu têkildarî vê mijarê bi dawxwaza ku Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar bi bersivîne pêşnîyaz pirsekê da Serokatiya Meclisê.    Onlu têkildarî mijarê ev pirs ji Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar kir;   * Hûn ji pê danîna ser cenazeyan û bi vî rengî wêne kişandina leşkeran a li hemberî cenazeyên HPG'iyan haydar in? Ev wêne weke hatiye angaştkirin di kêliya ku operasyona li Dersimê hatiye kişandin? Di vi mijarê de ji aliyê wezareta we ve lêpirsînên ku hatine destpêkirin hene?   * Wêneyên qala wan tên kirin ji aliyê kî/kê ve bi çi mexsedê hatine serwîskirin?   * Leşkerên ku di wêne de pêyê xwe dane ser cenaze hatine tespîtkirin? Heke hatibe tespîtkirin wezareta we rewşa li holê 'erê' dike?   * Hun di fikirin ku derbarê leşkerên bi mijarê re eleqedar in de ji sûcên "Binpêkirina sinca şer, nerêzgirtina li hemberî cenaze û şermeza mîna olî, wijdanî, mirovî û sincî" lêpirsîn bidine destpêkirin?   * Wêne ji bo rewakirina nêrîna "Kesê di şer û pevçûnan de hatiye kuştin dijmin e û vê memelê heq kiriye" hatine serwîskirin?