Partiya Azadî û Însan: Werin em bi hevre aştiyê ava bikin 2019-05-17 15:21:20 WAN - Serokê Gieştî yê Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç, têkildarî tecrîdkirina li Îmraliyê axivî û wiha got: “Tecrida li Îmraliyê ku 8 salin didone, pêkanîna nenaskirina dewletê ya hiqûqê ye. Werin em bi hevre aştiyê ava bikin."  Partiya Azadî û Însan, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê li avahiya xwe ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Însan Mehmet Kamaç  û rêveberên partiyê beşdarî civînê bûn. Serokê Giştî Mehmet Kamaç daxuyanî xwend û wiha got: "Di dorpêça tunditiyê a li Rojhilata Navîn a sed salî da, însan çawa ji ber sedemên nijadî, olî, mezhebî û îdeolojîk hev qir dikin, em ji gelek nêz ve dijîn û muşahede dikin. Em dibînin, rastiya ku her tişt ji bo însan e çawa tê red kirin û çawa însan tê tune kirin."    Kamaç, xwest ev pêvajoya sed salî êdî wisa nedome û wiha berdewam kir: "Pêvajoya ku bi sed salane didome û jin, zarok û kal bûnê nenêrî û bû sedema jiyana milyonan însana. Her wiha bawerî, nijad û îdeolojî çibe jî ferk nake û ya ji dest me diçe însanetiya me ye. Ev pêvajoya ku bi hemû dijwariya xwe ve heta îro hatî divê wiha nedome. Ji bo vê jî me hemûya berpirsiyarî hene."    DI ROJHILATA NAVÎN DE PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG PIRSGIRÊKA KURDAN A HEBÛNÊ YE   Kamaç, bal kişand ser pirsgirêka Kurd jî û wiha got: "Di nav pirsgirêkên Rojhilata Navîn da ya herî girîng pirsgirêka Kurda ya hebûnê ye. Ev sed salin nasname, ziman, çand û erdnigariya Kurda tê înkar kirin û daxwaza wan ya statuyê bi tunditiyê tê tepisandin.   Şerekî wek guneheke bênavber ya civakek mezin ku sed sale bi awayekî xwe tîne rojevê û înkar, asîmîlasyon û tunditî kiriye tiştek rojane û bi me hemûya bedel dide dayîn. Şûna vî şerê ku gelên Mezopotamya, Anadolu û Rojhilata Navîn yên qedîm kor dike, êdî em mecbûr in “Aşitiya Kurdan” biaxivin.  Begûman pirsgirêka Kurd tiştek ji pirsgirêgeka partiyekê, îdeolojiyekê yan jî baweriyekê bûyîne wêdatir e, ev pirsgirêkek însanetiyê ye. Her wiha ne tenê pirsgirêka Kurda ye, meseleya hemû aliyên û hemû baweriyên xwedî hestên heq, hikuk û edaletê ye.Rastî herkesî hay jê heye û herkes dizane; ev şirîkatiyek sûcê ya sed salî ye. Guneha 'bila Kurd negihe mirazê xwe” bûye nav bo vê şirîkatiya sûc ê. Ev sed sale bi canê xort, jin û zarokên xwe, bi giyanê însanên xwe em bedela vê gunehê didin."    DÎROKA TIRKIYE YA 100 SALAN DÎROKA QEDERA KURDAN A REŞ E    Kamaç, anî ziman ku sed salin xwîn tê rijandin û wiha pêde çû: "Di her qonaxa pêvajoya nîvmayî ya sed salî da xwîn hat rijandin, rondik barîn û bi deh hezaran can mirin. Niha kî dikare bêje bi deh hezeran gorîkirinên dî, dê malan ava bike û dayikan kêf xweş bike? Ma em nizanin ku yekane riya xelas kirina vê bûmeranga şer, tundî, êş û nefretê ew e ku em her heqi bidene xwedanê heq. Ma hemû berhemên pîroz emir nakin ku mafê kes û civaka yek û yek, bê kêmasî û bê teredût bête teslîm kirin?  Dîroka Komara Tirkiyê ya sedsalî dîroka qedera Kurda ya reş e. Heke dîrok hafiza be Şêx Seîd, Komkujiya Dêrsimê, Seyît Riza, Komkujiya Agiriyê, Roboskî, jêrzemînên Cizîrê hiş û bîrên ewil in yên tê eqlê me. Ev e sed sale ma qe yek saet heye ku me peyva “terorîstên perçeker” nebihîstibe?  Ma hemû sedem ne ew e ku, di qadên wek civakî, siyasî, perwerdeyî û çandî da nêzîkbûyîna înkarker û yekparêz ya ku Kurda tune hesab dike? "    TECRÎD SUCÊ MIROVAN E    Kamaç, herî dawî bal kişand ser dîroka Komara Tirkiye û tecrîdê û wiha bi dawî kir: "Dîroka Komarê ya sed salî ku li ser Kurda nivîsî em niha qonaxek dî derbas dibin. Bêgûman tecrit sûcek însanetiyê ye. Tecrîda ku 8 sal e li Îmraliyê te bikaranîn pratîkek dewletê ya bêhikuk e. Tecrîd pratîkek sîstematîk e û sed sale li hember nasname, ziman, çand anku hember hebûna Kurda tê bikaranîn.  Niha bi hezaran însan hember van pratîkan di greva birçîbûnê da ne. Bi dehan însan rojiya mirinê da ne. Her deqeya derbas dibe însanên me ber bi mirinê ve diçin.Niha werin em ji dawiyê dest pê bikin; di pêşiyêda em bi hev ra tecrîdê ji holê rakin û hikukê bînin cih. Însanên me yên greva birçîbûne da ku her deqeyê nêzîkî mirinê dibin xelas bikin û ji mirinên ku qerî dikin waye em tên, bidine sekinandin. Dayikên ku mafê xwe yê herî demokratîk û însanî bikartînin û ji bo ku zarokên wan nemirin xwepêşandanan dikin têne cop kirin û erdê têne rakişandin. Werin em hember binpêkirina dayikbûyîne; binpêkirina saziya herî pîroz û biqiymet ya însanetiyê bisekinin. Werin em van dayika bikene sembolek bi navê “bila zarokên kesê nemirin” Li ser me hemûya wezîfeye ku em jiyanek bi hev ra û di nav aşitî û silametiyê da ava biken. Wesîkeya Medîneyê a Hz.Muhemmed (s.l.) bo me belgeyek mînak ya bi hev ra jîyanê û aşitiyê ye. Hûn ji kîjan olê bawer bikin, kîjan îdeolojiyê biparêzin û ji kîjan nijadê bin ferq nake, werin em di çarçoveya heq, hikuk û edaletê da jiyanek di nav aşitî, biratî û aramiyê da ava biken. Em wek Partiya Însan û Azadiyê gazî hemû partî, hereket, cemaat û rexistinên sîvîl yên civakî dikin; werin em bi hev ra aşitîye diyarî civaka xwe bikin."