Dayikên li Gebze: Em her tişt ji bo zarokên xwe dixwazin 2019-05-17 14:52:19 KOCAELÎ/EDENE/RIHA - Dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, ji bo piştgiriya wan li Gemze, Edene û Rihayê çalakiyên xwe berdewam dikin. Dayikên li Gebze 39 rojin tevî hemû mudaxaleyên polîsan nobeta xwe berdewam dikin, îro dîsa dewam kirin. Dayikên xwestin bimeşin û rastî astengiya polîsan hatin gotin: "Em dayik in. Em her tiştî ji bo zarokên xwe dikin."    Dayikên ku zarokên wan girtî û di greva birçîbûnê de ne, li pêş girtîgeha Tîpa M a Gebze 39 rojin nobetê digirin. Dayik îro dîsa li pêş Girtîgeha Gebze kom bûn û nobeta xwe berdewam kirin. Parezerên endamê Komeleya Hiqûqê ya Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî jî tev li çalakiya dayikan bûn. Dayik, welatî û parêzerên ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebze kom bûn, xwestin bimeşin girtigehê. Polîsan maşina dayikan li ser Kolana Bagdat rawestand. Dayikên ku ji maşîneyan daketin xwestin bi meşê biçin girtîgehê. Lê polîsan bi hinceta biryara Walîtiya Kocaelî heye destûr neda. Li ser vê yekê dayikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.  Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: "Em dayik in. Her tişt ji bo zarokên me ye. Hûn niha bi vê astengiyê bê hurmetiyê li me dikin.    Dayikan piştî demekê diyar kirin ku ew ê sibê dîsa bên û dawî li çalakiya xwe anîn.      EDENE    Li Edeneyê jî dayik û xizmên girtiyan, bi heman armancê li Parka Înonu ya Edeneyê kom bûn û daxuyanî dan. Endam û rêveberên HDP, DBP, HDK Çukurova-TUAYDER, parlamentera HDP'ê Tulay Hatimogullari tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan dayikan. Dayik tevî dorpêça polisan dîsa li parkê kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Nejla Kocaman, diyar kir ku Wekî Dayiken Aştiyê li dijî tecrîdê li qadan in û wiha got: "Em bang li hemû jinan û nûnerên partiyên siyasî dikin ku li dijî van polîtikan li gel me li qadan bin. Niha 30 zarokên me di rojiya mirinê de ne. Bila Zarokên me nemirin. Bila gav bên avêtin."    Dayikan çalakî bi dirûşmeya "Biji berxwedanan zindanan" berz kirin.    RIHA    Li Rihayê jî çalakiya dayikan bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Rihayê berdewam dikin. Platforma Jinan a Rihayê îro dayik ziyaret kirin û piştgirî dan dayikan. Li ser navê Platformê Prz. Sevda Çelik Ozbîngol xwest her kes berpirsiyariyê bidi ser milê xwe û wiha got: "Hemû kesên di milê zagonî û hiqûqi de berpirsiyariya wan heye, divê her kes li pêvajoyê xwedi derkevin û erka xwe pêk bînin. Em weki Platforma Jinan a Bajarê Rihayê, em dixwazin aştî pêş bikeve û li gorî mewzûatên zagonî tev bigerin. Niha 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Em dixwazin bi lez daxwazên dayikan ên mafdar bibersivînin. "    Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayse Surucu jî diyar kir ku ew heta dawî li pişt çalakiya dayikan in û wiha got: “Birêz Ocalan nikare ji mafê xwe sûdê bigire. Divê wezîra Dadê zagonên xwe têxe meriyetê. Ger ku tecrîd bi dawî bibe wê rojî û grevên birçîbunê jî bi dawi bibin. "