Malbatan ji bo çûyina Îmraliyê serlêdan kir 2019-05-17 14:39:41   STENBOL - Malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Mehmet Ocalan û Vasî Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bînin, bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Brayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, Brayê Omer Hayrî Konar, Alî Konari, Xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî ji bo biçin Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Mehmet Ocalan, herî dawî di 12'ê çileyê de bi kekê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.