Astengiya Polisan bi meşê şermezar kirin 2019-05-17 14:12:13 STENBOL - Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê careke din çûn ber derê Girtîgeha Bakirkoyê. Dayikan astengiyan polisan bi van gotinan: "Hûn çi jî bikin, em ê sibê dîsa li vir bin." bersivand û heta Qada Şîrînevlerê meşiyan.  Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, ji bo piştgiriya zarokên xwe careke din çûn ber derê Girtîgeha Bakirkoyê. Berdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Gulistan Koçyîgît, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û parêzerên endamên Komeleya Hîqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan dayikan.    Malbatên ku li qeraxê rêya E-5'ê li hem kom bûn, bi dîruşmeya “Bijî berxedana zindanan” ber bi derê girtîgehê ve meşiyan. Li nêzî girtîgehê polisan pêşiya malbatan birî û hinceta ku meş qedexe ye nehişt malbata bimeşin. Parêzeran bertek nîşanî vê qedexeya polisan da û xwestin wêneyên biryara qedexeyê bikişînin, lê polisan destûr neda vê yekê.    'HÛN ÇI JÎ BIKIN, EM LI VIR IN'   Li ser vê yekê malbatan li cihê ku lê hatin rawestandin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polisan xwe li vê çalakiyê jî negirtin û mudaxaleyî malbatan kirin. Di kêliya mudaxaleya polisan de xizma girtiyekê bi van gotinan: "Hûn çi jî bikin, em ê sibê dîsa li vir bin." bertek nîşanî polisan da.    BI DÛRIŞMEYAN BER BI QADÊ MEŞIYAN   Piştî mudaxaleya polisan, malbat bi dûrişmeyên mîna "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Tûndî nikarin me têk bibin" ber bi Qada Şîrînevlerê meşiyan. Meşa ku heta qadê domiya, gelek kesan bi çepikan piştgirî dayê. Piştî meşê malbat derbasî avahiya HDP'ê ya navçeya Bahçelîevlerê bûn û çalakiya xwe ya îro bi dawî kirin.