Çalakgerê rojiya mirinê Topkaya: Kî vê zilmê temaşe bike we şirîkê sûc e 2019-05-17 14:11:33 AMED - Ahmet Topkaya yê 18 rojin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku her kes berpirsiyarê vê pêvajoyê ye û wiha got: “Bi zilmê mirov nagêje armancê. Kî li hemberi zilmê bêdeng bibîne ew jî şirîkê vî sûcî ye."  30 girtî bi armanca tecrîd bi dawî bibe dest bi rojiya mirinê kirine û çalakiya xwe berdewam dikin. Yek ji çalakgerê Rojiya mirinê Ahmet Topkaya ye. Topkaya 18 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha tîpa D a Amedê di rojiya mirinê de ye. Topkaya, diyar kir ku kî li hemberî vê zilmê bêdeng bimîne û vê zilmê temaşe bike ew jî şirîkê vê zilmê ye. Topkaya nameyek ji Rojnameya kurdî e-rojname re şand û xwest her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne.    Topkaya, ewil di şexsê her kesên li dijî tecrîdê li ber xwe didin de ji raya giştî re silav şand û wiha got: “Di serî de ez zarokên gelê me yê egîd ên ku ji bo azadî û aramiya Kurdistanê canê xwe feda kirine, bi minetdarî bibîrtînim. Divê dost û dijmin her kes bizane ku çi dibe bila bibe em ê xwedî li bîranînên wan devbikevin.  Bang û armanca me ya çalakiya rojiya mirinê jî watedayîn, fêhmkirin û bi cihanîna vê rastiyê ye. Tecrîd tenê pirsgirêka dayikên li ber deriyên girtîgehan tên copkirin, bi erdê re tên kaşkirin, rastî heqaretê tên û tên îşkencekirin nîne. Pirsgirêka her kesên ji xwe re dibêjin demokrat, çepgir û mirov e. Wateya tecrîdê, binpêkirina vîna bi milyonan û tunekirina wan e. Domandina tecrîdê, tê wateya ji holêrakirina nirxên demokratîk, rewakirina komkujî, zilm û pêkûtiyên sedsalî yên Komara Tirkiyeyê yên li ser gelê me û destekkirina wan e. Temaşevanên vê zilmê, hevkarên vî sûcî ne.”   SONDA BERXWEDANÊ DA   Di berdewamê de jî Topkaya sonda serkeftina berxwedanê da û wiha berdewam kir: “Êş û elemên me yên 83 sal berê li Dêrsimê pêk hatin, hêj giran û nû ne. Yên ku banga tolhildanê ya Seyît Riza, Şêx Seîd, Leyla Qasim û Qazî Mihemed ên ku dema diçûn sêdarê dikir ji bîr bike, bila kurdbûna xwe careke din ber çavan re derbas bike. Em zarokên gelê xwe yê ku li ser vê axa pîroz dije ne. Yên ku bi hevdîtineke biçûk a parêzeran re hêvî dikin ku em şûnde gav biavêjin, bila li Besê, Elîşêr, Bêrîtan, Mazlum, Îbrahîm û Denîzan binêrin. Ew tu caran ji dijmin re neketin nava bendewariyeke. Ne ji bo xwe, ji bo vî gelî xwe feda kirin. Em radigihînin ku di vê xeta fedayî de bê şik û guman, bedela wê çi dibe bila bibe em amadene ku bidin. Kemal û Hayriyan berxwedan nîşanî me dan. Em jî soza serkeftina vê mîrateya berxwedanê didin.”   NAVÊ SERKEFTINÊ BERXWEDAN E    Topkaya destnîşan kir ciwanên kurd dê ji faşîzmê hesab bipirsin û wiha pê de çû: “Hesaba me ya bi wan kesên di Roja Dayikan de ji dayikên me re barandina rondikan rewa dîtin, neqediyaye. Ciwanên Kurdistanê hesaba vê yekê dipirsin û dê bipirsin jî. Ciwanan duh li dijî faşîzmê serî netewand û dê îro jî netewînin. Bêguman dê berxwedan encamê diyar bike. Çawa ku li Kobanê, Cizîr û Sûrê berxwedan bi serket, îro jî navê serkeftinê berxwedan e. Gelê me îro ferman daye me ku em vê berpirsyariya dîrokî bigirin ser milê xwe. Em jî di zanabûna vê berpirsyariya xwe ya dîrokî de ne û em ê vê pêywira xwe bi cîh bînin.”   EV SEDSAL WÊ BIBE SEDSALA KURDAN   Topkaya, herî dawî wiha got: “Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan. Sedsala 21’emîn ji gelek lehengiyan re şahidî kir. Ev sedsal, sedsala kurdên azad e.  Divê her kes vê yekê baş bizanibe ku dîrok ji darizandinê qet xwe venagire. Yên ku di van rojan de berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih neyînin, dê nekarin xwe ji hesabdayîna dîrokê xelas bikin. Li şûna tercîha jiyaneke bi êş û şermok, tercîha jiyaneke bi rûmet pêywir û şertê mirovî ye. Li şûna bi xwezî û heyfanînê, dê avêtina gavên bi biryar ên ji bo hilweşanedina faşîzmê bibe sonda kurdan.”