Li Kolana Yukselê 6 kes hatin binçavkirin 2017-11-16 15:18:08 ENQERE – Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a li Kolana Yukselê 373 roj e dewam dike, di êrîşa polîsan de îro jî 6 kes hatin binçavkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 253 roj e dewam dike, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a li ber Birdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê hat destpêkirin, 373 roj li pişt xwe hişt.   Çalakvanên li xwestin li kolanê daxuyaniyê bidin, polîsan bi mertal û maşîneya binçavkirinê Kolana Konurê girt. Erdogan Canpolat û kesên piştgiriya çalakiyê dikirin xwestin li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin, lê polîsan destûr neda. Çalakvana xwest li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, polîsan êrîşê çalakvanan kir û Erdogan Canpolat jî di nav 6 kes binçav kirin.