X-ray û nuqteya kontrolê ya polisan li têketina Şaredariya Bazîdê jî hatin danin 2019-05-17 13:23:16   AGIRÎ – Bi biryara walîtiyê X-ray û nuqteya kontrolê ya polisan li têketina Şaredariya Bazîdê jî hatin danin. Parlamenterê Agiriyê yê HDP’ê Abdullah Koç bertek nîşanî danîna X-ray û nuqteya kontrolê ya polisan da û got ku bi vê yekê tê xwestin ku sînor di navber gel û şaredariyê de bê danîn.    Bi biryara walitiyê X-ray û nuqteya kontrolê ya polisan, li têketina Şaredariya Bazîdê ya ku di Hilbijartina 31’ê Adarê de ji aliyê HDP’ê ve hatibûn qezenkirin, hatin danîn. Qulûbeyên ku bi talîmata Wezareta Karên Hundir hatin, ji aliyê polisên hêzên çevîk ve bi vîncê li pêşiya şaredariyê hatin danîn.   Hevşaredar li pêşiya şaredariyê sekinîne û li benda belgenameyên ku bê ne.  Parlamenterê Agiriyê yê HDP’ê Abdullah Koç têkildarî mijarê axivî û ev tişt anî ziman: “Li Bazîdê bi amûrên polisan û tedbîrên “ewlehiyê” gel, ji pêvajo û mekanîzmaya xwerêveberin bê par tê hiştin. Bi danîna X-ray û nuqteya kontrolê ya polisan tê xwestin ku sînor di navbera gel û şaredariyê de bê danîn.”