Cendirmeyan li Îdire rojnamegerek û 2 kes binçav kirin 2019-05-17 12:41:36 ÎDIR - Cendirmeyan li Îdirê bi ser gelek malan de girt û Rojnameger Îdris Demirel û endamên HDP’ê Kemal Çakmak û Deniz Kaynar binçav kirin.  Li Îdirê cendirmeyan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Cendirmeyan di serdegirtina malande Rojnameger Îdris Demirel û endamên HDP’ê Kemal Çakmak û Deniz Kaynar binçav kirin. Hat diyar kirin ku cendirmeyan bi hinceta Demirel, Kaynar û Çakmak 4 sal berê di çalakiyên merlatên zindî de cih girtine û têkildarî vê lêpirsînê ew binçav kirine.    3 kesên hatin binçavkirin li Fermandaiya Cendirmeyan tên rawestandin.