Li Sûrê jina ku pevçûnê ji hev diqetand hat kuştin 2019-05-17 12:40:41   AMED – Ji na ku welatiyên 2 gundên cîranên hev ên girêdayî Sûrê ku ji ber dayina rê di nav wan de şer derket, ji hev diqetand hat kuştin.    Di navbera welatiyên gundê Tanoglû û Arslanoglû yên girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê de ji ber dayina rê nîqaş derket.  Niqaş di demeke kurt de wergeriya şer. Jina bi navê H.K (46) ku şerê di navbera gundiyan de veqetîne bû hedefa guleyan. H.K ku hat hîbûn keça keyayê gundê Tanoglû ye li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.    Her wiha 2 kesên ku ji ber şerê derketî, birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dest bi tedawiya wan hat kirin.    Polisên ku piştî bûyerê hatin cihê bûyerê lêkolînan kirin.