Walî 30 herêmên Dersimê li welatiyan qedexe kir 2017-11-16 15:02:31 DERSIM – Walitiya Dersimê li navenda Dersim û 4 navçeyên wê bi hinceta operasyonên leşkerî 30 herêm di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet” de qedexe kir.    Demek dirêje li Dersimê ji ber operasyonên leşkerî gelek herêm hatine qedexekirin. Walîtiya Dersimê 30 herêm di navbera 17’ê mijdar û 1’ê kanûnê de di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet” ji çûyîna welatiyan re hat qedexekirin. 30 herêmên hatin qedexekirin di nav sînorên navenda Dersim û navçeyên Pulur, Xozat, Pîlemûriye û Qisle de cih digirin.  Herêmên hatin qedexekirin wiha ne:   Li navenda Dersimê, Newala Kurutlu, Geliyê Kutuderesî, herêma Tabantepe, Karameşetepe û Vazgurtepe.   Li Pulurê: Taxa Eroglu, Çiyayên Mercan, Newala Kiran, Tepeyê Kinikan, Zozanê Golan, Taxa Egrecî, herêma Dulbektaşi, taxa Yarpuzlu, Derdora Pira Alîsirtî, Zozanên Dalavê, Kurugol, Kurt, Bastir, Çeşme û Yel, herêma Ganekastîk, Zozanê Çagirli û herêma Karadere.    Li Qisle: Gundên Tavuklu û Dogantaş û herêma Dokuzkaya.   Li Pîlemûriyê: Zozanên Yoncalik û Sarigul    Li Xozatê jî Daristanên Kinzirî