Peyva ‘Komkujiya Roboskî’ Serokê Meclisê êşand! 2019-05-17 10:37:48 ENQERE – Pêşniyaza Lêkolînê ya Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû ya ji bo ronîkirina Komkujiya Robaoskî “Qebe û nexweş’ hat dîtin û nehat qebûlkirin. Pêşniyaz Lêkolînê ya Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû ya ji bo ronîkirina Komkujiya Robaoskî ku di encamê de 34 kesên sivîl hatin qetilkirin, ji aliyê Serokatiya Meclisê ve “Qebe û nexweş’ hat dîtin û li Tanrîkûlû hat vegererandin.    Hevok û peyvên mîna “34 welatiyên me di encama operasyona derveyî welat a ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve hat lidarxistin de hatine kuştin” û “Komkujiya Roboskî” ku pêşniyazê de cih digirtin ji aliyê Serokê Meclisê Mustafa Şentop ve “Qebe û nexweş’ hat dîtin.