Endama SES'ê ya 7 meh ducanî binçav kirin 2019-05-17 10:36:39   RIHA – Polîsan serê sibê bi ser mala Endama SES'ê Sureyya Reşîtoglu Çiftçî ya bi KHK'ê îxrac kiribûn de girtin û li malê binçav kirin. Reşîtoglu ya 7 mehin du canî ye sedema binçavkirina wê nehat zanîn.    Polîsan serê sibê bi ser mala Endama SES'ê ya di sala 2016'an de bi KHK'ê hat avêtin Sureyya Reşîtoglu Çiftçi de girt û ew li malê binçav kirin. Polîsan di serdegirtina mala Reşîtoglu de hemû alavên malê tev li hev kirin û piştre binçavkirin. Sedema binçavkirina Reşîtoglu nehat zanîn. Reşîtoglu ku zewiciye 7 meh ducanî ye. Reşîtoglu, birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.