'Em bi çanda berxwedanê mezin bûn' 2019-05-17 09:04:47 AMED - Bilal Ozgezer ku piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne, bilêv kir ku li herêmê ew di şert û mercên şerî de hatine cîhanê û bi çanda berxwedanê mezin bûne.  Bîlal Ozgezer ku li girtîgehê di 3'yê Adarê de ketibû greva birçîbûnê, piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne. Ozgezer, di meha Adarê de hatibû girtin û di 5'ê Nîsanê de jî hatibû berdan.    12 KÎLO DANE    Bavê 5 zarokan Ozgezer ku 76 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku niha canê wî diêşe û ji roja dest bi greva birçîbûnê kiriye heta niha 12 kîlo zihîf bûye û got: "Zehmetiya her tiştî heye, lê belê derûniya berxwedan me dike ku em ji derheqê van zehmetiyan derkevin."    ‘EM DI ŞERTÊN ŞERÎ DE ÇÊBÛN'    Ozgezer, destnîşan kir li herêmê ew di şert û mercên şerî de hatine dinê û bi çanda berxwedanê mezin bûne. Ozgezer, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat destpêkirin û diyar kir ku her diçe ev berxwedan emzin dibe. Ozgezer, diyar kir ku armanca çalakiya wan ji bo aramiya civakê û azadiyê ye û got: "Di civakê de deng veda. Çimkî di ruhiyeta civakê de ev deng û rastî heye. Me jî di nav vê pêvajoyê de cih girt. Ji 3'yê Adarê ve di greva birçîbûnê de me."    ‘OCALAN RÊBERÊ GELAN E'    Ozgezer, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û got: Wekî her mirovî mafên Ocalan jî hene. Rastiyeke wisa heye. Ew rêberê gel e. Tenê ne rêberê gelê kurd rêberê gelên Rojhilata Navîn e. Asteke vê ya gerdûnî jî heye. Xwediyê felsefeyeke ku dikare krîzên li cîhanê çareser bike."    Ozgezer, bi bîr xist ku sedema çalakiyên greva birçîbûnê tecrîda li ser Ocalan e û got: "Parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan re çêkirin. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Lê ev nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye. Çimkî hîn bi awayekî fermî daxuyanî nehatiye dayîn. Mafên wî yên qanûnî hene. Divê ev yek esas bê girtin ku em qaneh bibin."