ROJEVA 17'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-17 09:00:17 * Li Colemêrgê, bi hatina biharê re gelek welatî bi pincarê debara xwe dikin. Welatî sihora ji bo pincarê berhev bikin dikevin rê û paşê pincarên ber hev dikin li bajêr difiroşin û pê debara xwe dikin. * Wê di 19'ê Gulanê de di bin banê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Edeneyê de ciwan li hev kom bibin û balê bikişînin ser tecrîda li Îmraliyê.    * Bilal Ozgezer ku piştî hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne, bilêv kir ku li herêmê ew di şert û mercên şerî de hatine cîhanê û bi çanda berxwedanê mezin bûne.    * Berdevkê Têkiliyên Navnetewî ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Ercan Ayboga, bang li her kesî kir û got: "Hîn jî ji bo Geliyê Dîcleyê û Heskîfê ne dereng e."   * Cenazeyê Nevaf Kortak ê HPG'î ku polîsan nehişt wecîbeyên olî pêk bên hat veşartin. Apê Kortak Zubeyîr Kortak bertek nîşanî astengiyên polîsan dan û got: "Ev, ji xwe re dibên em misilman in. Lê ya tê kirin faşîzm e."    * Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, wê têkildarî geşedanên rojevê li Navenda Gişti ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wê bi minasebeta hefteya Windayan a Navneteweyî li pêş Sefaretxaneya Erebîstana Siûdî ya Stenbolê ku Rojnameger Cemal Kaşikçi lê hat windakirin daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)    * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, wê tev li çalkakiya dayikên ku her roj li Parka Koşuyolu kom dibin bibe û piştgiriyê bide dayikan. (12.00)   * Baroya Amedê bi armanca balê bikişînin ser kuştina Serokê Baroye yê berê Tahir Elçî û bixwazin kujer bên dîtin û darizandin wê li pêş Edliya Amedê di hefteya 176'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Malbat û dayikên ku zarokên wan girtî, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne wê li Edene, Mêrsîn, Amed, Stenbol, Riha, Şirnex û gelek cihên din çalakiyên xwe yên rûniştinê berdewam bikin. (12.30-14.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Amedê wê ji bo "şehîdên meha Gulanê" bernameyekê li dar bixe. (15.00)