Malbatên li Gebze çalakî pêk anîn: Çareserî Îmraliye 2019-05-16 15:55:53 KOCAELÎ - Malbatên girtiyan ên 38 rojin dixwazin li ber Girtîgeha Gebze çalakiya rûniştinê li dar bixin û ji aliyê polîsan ve tên astengkirin, gotin: “Tekane daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Çareserî li Îmraliyê ye.”   Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûn û rojiya mirinê dene, ya di ji 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dest pê kirin, di roja 38’an de dewam kir.  Malbatên li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gebze kom bûn, dûre li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi girtîgehê ve ketin rê. Polîsan li cihek nêzî girtîgehê pêşiya malbatan girtin. Malbat li ser vê yekê ji wesayîtên xwe peya bûn û dest bi meşê kirin.     POLÎSAN HEQARET LI MALBATAN KIR    Polîsan dîsan pêşiya malbatan girtin, lê malbatan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Em ji bo zarokên xwe liv irin, emê li vê derê rûnin û zirarê nedin tu kesî.” Polîsan heqaret li malbatan kirin û wiha gotin: “Terorîstnû! Em her roj bi were mijûl dibin. Hûn biçin, bila Abdullah Ocalan were.” Malbatên polîsan ew kirin ablûkê, ligel hemû heqaretên polîsan jî ji qadê neçûn. Malbatan ji polîsan re gotin: “Hûn me bikujin jî, emê dîsan bên. Hûn nikarin heqaretê li me bikin.” Malbatên ku rawestandina xwe domandin, polîsan mudaxileyê wan kirin û bi lêdanê li wesayîtan siwar kirin.   Malbatan diyar kirin ku ewê sibe dîsan bên vê derê.    ‘EM DI TECRÎDÊ DENE’   Malbatên hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Gebze, daxuyanî dan çapemeniyê. Dayika Hatîce Calîhan a ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye, Zeynep Calîhan, li ser navê malbatan daxuyanî da û wiha got: “Pergala dewletê wihaye. Zarokên me dimirin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Ev 38 rojin em li vê derê ne. Niha dayik li Meclîsê ne. Duh bi Serokê Meclîsê re hevdîtin kirin. Lê tu encam jê derneket. Em dixwazin bibin dengê Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû girtiyên di greva birçîbûnê dene. Emê heta dawiyê li ber xwe bidin.”   ‘EMÊ ÇALAKIYA XWE YA LI BER GIRTÎGEHÊ DEWAM BIKIN’   Dayika Ozlem Soyler a 152 rojin li Girtîgeha Gebze di greva birçîbûnê deye Hatîce Soyler jî, ev peyam da: “Êdî keça min bi zorê dimeşe. Canê wê diêşe. Pir zeîf bûye. Tekane daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Çareserî li Îmraliyê ye.”