Pêşî ji bo Leyla paşê jî ji bo zarokên xwe di çalakiyê de ne 2019-05-16 14:17:00 ENQERE – Sabiha Temîzkan ku bi dayikên ku ji bo zarokên xwe yên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Meclisê di çalakiyê de ne re axivî diyar kir ku dayikan jê re gotiye ku pêşî ew ji bo dayika wê paşê jî ji bo zarokên xwe di çalakiyê de ne. Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan bi rêya telefonê bi dayikên ji bo zarokên xwe yên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Meclisê di çalakiyê de ne re axivî. Temîzkan ku bi dîmen bi dayikan re axivî silavên dayika xwe Leyla Guven ku ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nikaribû bi wan re biaxive, şand.   Di hevdîtina ku pêk hat de dayikan ji Temîzkan re ev tişt got: “Heke em îro li vir bin,  destpêkê em dixwazin Leyla bidin jiyandin û paşê jî zarokên xwe. Ji ber ku Leyla jî dayik e. Dayikeke ku laşe xwe daye ber birçîbûnê” Yapılan görüşmede anneler, Temizkan’a “Bugün buradaysak öncelikle Leyla’yı yaşatmak istiyoruz sonra çocuklarımızı. Çünkü Leyla’da bir anne. Kendi bedenini ölüme yatıran bir anne” dedi.   ‘BERXWEDANA DAYIKAN PIR GIRÎNG E’   Piştî hevdîtinê Temîzkan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev tişt anî ziman: “Dayik li her derê li ber xwe didin û bawer dikim ku dê bi saya wan ev têkoşîn bi ser keve.  Hem min dixwest û hem jî dayika min xwest ku li dayikan bigerim. Dayika dibêje ku têkoşîna dayikên aştiyê hêz dide wê û wê serbilind dike. Min vê ya ji dayikan re ragihand. Di hevdîtinê de gotineke dayikan pir bandor li min kir. Dayikan ji min re got; ‘Em di serî de ji bo dayika te Leyla û paşê jî ji bo zarokên xwe li vir in.’ Li aliyekî dayikên bi rengî hene û li aliyekî jî dayikeke ku ji bo zarokên tu kesî nemirin laşê xwe daye ber mirinê heye. Ew jî dayika min e. Berxwedana dayikan remzeke geleke girîng e, wateya ku wê xurt heye.”