Midûr Ercan Înceler ê hat îdîakirin ku ‘îşkencekare’ di rojava Meclîsê de ye 2019-05-16 13:47:33   ENQERE - Parlementerê HDP’ê Tayîp Temel, Midûrê 2’yemîn ê Girtîgeha Hejmara 2 a Xarpêtê Ercan Înceler ê hat îdîakirin ku îşkencê bi girtiyan dike, ji Wezareta Dadê pirsî.     Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temel, îdîayên li Girtîgeha Hejmara 2 a Xarpêtê, girtî bi awayekê pergalî rastî îşkencê û mûameleya xerab tên, bir rojeva Meclîsê.   Di pêşniyazpirsa ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne de ev tişt hatin gotin: “Ercan Înceler ê hat  îdîakirin ku li Girtîgeha Şakranê weke ‘îşkencekar’ tê zanîn, weke midurê 2’yemîn li Girtîgeha Hewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê dest bi peywirê kiriye. Hat îdîakirin ku Înceler bi awayekê pergalî îşkence û mûameleya xerab li girtiyan dike. Midûrê 2’yemîn ê girtîgehê Ercan Înceler, ji bo ku gartiyan bi awayekê pergalî îşkencê li girtiyan bikin,  ferman dide. Ligel ku girtiyan bi dehan car gilî kirin jî, lê tu lêpirsîn derbarê Ercan Înceler de hatiye vekirin. Dîsan derbarê vî kesî de, tê îdîakirin ku kar û barê nelirêtiyê kirine.”     Temel di pêşniyazpirsê de ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kirin:    “ *Gelo wezareta we qet derbarê Ercan Înceler de lêpirsînek daye dest pêkirin û hincetên wê çine?   *Derbarê vî kesî de hûnê kengî lêpirsîn bibin dest pê kirin?    *Gelo bi çi hincetê Ercan Înceler ji Girtîgeha Şakranê, ji bo Girtîgeha Xarpêtê hatiye şandi?    *Kesekê ku ji bo wî tê îdîakirin ku ‘îşkencekare’ û nelirêtî kiriye, peywirdar kirin, çiqasê hiqûqiye?   *Gelo rayedarên girtîgehan, di çarçoveya agahiyên we de ferman didin û înîsiyatîfa xwe bi kar tînin?   *We herî dawî kengê Girtîgeha Xarpêtê kontrol kir?