Di îhaleyên dema qeyûm de nelirêtî kirin: Ji bo Seroka Daîreyê bîlgîseyar diyarî kirin 2019-05-16 12:49:47 MÊRDÎN - Parlementerê HDP’ê Tûma Çelîk ê belgeyên îhaleyên di dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê nelirêtî  kirin de, derxistin holê, darbarê mijarê de ji bo Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû bibersivîne pêşniyazpirs da.     Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Tûma Çelîk, belgeyên îhaleyên di dema qeyûmê tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê fesadî hat kirin de derxistin holê. Çelîk, ji bo ku Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû bibersivîne pêşniyazpirs da Meclîsê. Çelîk, belgeyên fesadiyên di îhaleyan de, hatin kirin, bi raya giştî re jî parve kir. Çelîk derbarê agahî û belgeyên girtin de wiha got: “Li gorî hin belge û nivîsên taybet, derket holê ku di serdema qeyûm de, şika ku Fusûn Karaboga ya ji bo Serokatiya Daîreya Parastina Derdor a Şaredariya Barê Mezin a Mêrdînê hatibû peywirdarkirin û niha weke avahîsaz li Serokatiya Koordînasyona Şopandina Alîkar a girêdayê Walîtiya Mêrdîn de dixebite, fesadî kiriye.”   Çelîk, da zanîn ku di nivîsên maîl û whatsappên gehiştin wî de, bi Karaboga re Mehmet Adem ê di binesaziya Serokatiya  Daîreya Parastina Derdor de weke avahîsaz dixebitî, berî îhaleyan, şîrket ragihandine û formên maliyete şandine.    Li gorî belgehêyên îhaleyên Çelîk parvekirin, Adem ji Fusûn Karaboga re bilgiseyarek bi 7 hezar û 895.30 TL kiriye û teslîmî adresa mala wê kiriye.    Çelik, ji bo ku Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû bi bersivîne di pêşniyazpirsa da Meclîsê de, ev pirs kirin: “*Berî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, agahiya we ji îhaliyên qeyûm dan heye?   *Gelo derbarê îhaleyên berî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê  hatin kirin de, lêpirsîn hatiye kirin? Ku ne hatibe kirin, gelo dê bê kirin?    *Şertên ku di dema îhaleyan de ‘diyarî bên dayîn’ çine?    *Gelo heya roja îro we derbarê nelirêtiyên di dema  qeyûman de hatin kirin, lêpirsin daye dest pê kirin?   *Gelo hûn derbarê deyn û nelirêtiyên di dema qeyûm de hatin kirin, ji raya giştî re aşkere bikin?    *Gelo we li tevahiya Tirkiyeyê, ji bo lêpirsîna lêçûnên şaredariyên qeyûm tayînê wan hatin kirin, çend mifetiş peywirdar kirine?”