Dadgehê biryar da ku biryara girtina Hatîp Dîcle dewam bike 2019-05-16 12:05:26 STENBOL - Di danişîna doza darizandina gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midurê Karê Nivîsê yê rojnamê Înan Kizilkaya û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle de, dadger, biryar da ku biryara girtinê ya derbarê Hatîp Dîcle de dewam bike. Danişîna doza gerînendeyên rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle tên darizandi, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê hat dîtin.    Rojnameger beşdarî danişînê nebûn. Lê parêzerên wan Ozcan Kiliç di danişînê de amede bû. Parêzer Kiliç di danişînê de parastin kir û wiha got: “Madeya 301 madeyeke mijara nîqaşê ye.  Pêdivî heya ku ji nû de bê sererastkirin. Em di wê baweriyê dene tu sûc nehatiya kirin.”   Şandeya dadgehê der barê siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle de ku bi hêceta parastina xwe bike, biryara da ku biryara girtina Dîcle dewam bike û danişîn taloqî 10’ê Cotmehê kir.