Di doza Medenî Yildirim de, rapora ku TRT’ê amade nekir ji TUBÎTAK’ê hat xwestin 2019-05-16 11:48:23 AMED - Di doza Medenî Yildirim ê di şermezarkirina çêkirina qereqola li Licê de hat kuştin, rapora pispor a ji aliyê TRT’ê ve hat redkirin, biryar hat dayîn ku TUBÎTAK an jî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê amade bike.  Li gundê Hêzan a navçeya Lîcê ya Amedê, di 28’ê Hezîran 2013’an de, Medenî Yildirim di şermezarkirina çêkirina qereqol û kalekolê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û darizandina leşker Adem Çîftçî berdewam dike   6’emîn danişîna doza Medenî Yildirim û leşker Adem Çîftçî yê di dozê de berdayî tê darizandin li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di dozê de ji bo Çîftçî 18 cezayê girtîgehê tê xwestin. Bersûc Adem Çîftçî beşdarî danişînê û rapora pispor a di viya bû ji aliyê TRT’ê ve bihatiba amadekirin, rêveberiya TRT’ê hincet da nîşandin û ragihand ku ewê raporê amed nekin.   DAXWAZA PARÊZERAN   Parêzerê malbata Yildirim, xwest ku rapora pispor ji aliyê TUBÎTAK an jî Saziya Tîpa Edlî ya Stenbolê ve bê amedê kirin.    JI BO RAPORÊ NIVÎS HAT ŞANDIN    Şandeya dadgehê, di çarçoveya darizandina betalkirina dozê ya li Dadgeha Îstînafê de, biryar da ku ji TUBÎTAK an jî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re ji bo nivîsandina rapora pispor nivîs bê şandin.