Astengdarên Wanê di nava astengiyan de dijîn 2019-05-16 11:08:49 WAN - Li Wanê astengdarên ku hêjmara wan nêzî 20 hezar e, di milê civakî, aborî û binesaizyê de astengiyên mezin dijîn. Astengdar bi taybetî ji ber li kolanan peyarê hatine dagirkirin rastî zahmetiyên mezin tên. Astengdaran bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Ji xwe em astengdar in. Em astengiya duyemîn jî ji ber astengiyên ku welatî derdixin dijîn.    Li Wanê nêzî 20 hezar astengdar dijîn. Welatiyên astengdar ên li Wanê dijîn rastî astengiyên aborî, civakî, tenduristî, perwerdehî û xizmeta binasiyê tên. Ji ber ku mimariya bajar li gorî pêdiviya astengdaran nehatiye avakirin, astengdar dema di rêde dimeşin rastî astengiya mirovan tên. Astengdar dixazin wekî welatiyên din xwedî heman maf bin.    'ESNAFAN PEYARÊ DAGIR KIRINE'    Welatiyê astengdar Mustafa Namaz, diyar kir ku dagirkirina peyarêyan ji bo wan astengî ye û wiha got: "Bi taybeti peyarê û kolan divê li gorî pêdiviya astengdaran bê amadekirin. Divê ji bo astengdarên kor rê bên amadekirin. Niha hemû peyarê ji aliyê esnafan ve hatiye dagirkirin. Her esnaf alav û amûrê xwe di nava rê de datînin. Ya esil jiyana me asteng dike, ev astengiyên mirovan in. Em dixwazin dengê xwe biginin rayedaran. Em ji xwe astengdar in. Em ji ber pratîka mirovan a şaş bêtir rasti astengiyan tên. Em dixwazin dagirkirina peyarêyan bi dawî bibe da ku em bi hêsanî bimeşin. Namaz, anî ziman ku di pirayên jor de asansor tune û dema derbasî milê din ê kolanê dibin zahmetiyan dijîn. Namaz xwest di pirên jora re de asansor bên avakirin û wiha got: "li aliyê din qadên ku em maşîneyên xwe lê park bikin tune ye. Mafê me yên em 2 saetan park bikin heye. Lê li wanê ev pêkanîn tune ye. Em dixwazin şaredarî ji bo em maşîneyên xwe park bikin ava bike.    Astengdar Alî Bilen jî xwest civak bêtir hasas nêzî astengdaran bibe û wiha got: "Em di nava rojê de rastî astengiyên zor tên. Esnafan peyarê tev dagir kirine. Ev rewş bêtir me dixe nava zahmetiyan. Divê şaredarî ji bo welatî û esnafan zahe bike panel û semîneran bide."    Bilen, da zanîn ku li malê amadekariya ezmûnê zaningehê dike û wiha bi dawî kir: "Lê ji ber şert û derfetên kêm min navber daye. Em êdî nikarin xeyalan ava bikin. Xeyala min piştî min zanîngeh xelas kir ez komeke muzîkê ava bikim û dengê xwe bigînim her kesî. Lê êdî em nikarin xeyalan jî bikin."    Welatiyê astengdar Nihat Almaz jî bal kişand ser heman astengiyên esnaf û welatiyan û xwest her kes hestiyar nêzî vê mijarê bibe.   Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî têkildarî pirsgirêka astengdaran diyar kirin ku yek ji xebata wan a bajar, çareserkirina pirsgirêka li pêş astengdaran e û ji bo vê yekê çareser bikin wê di nava hewldanan de bin.