Parqa Koşûyolûyê 11 roj in di tecrîdê de ye 2019-05-16 10:39:45 AMED – Ji bo astenkirina çalakiya dayikên ku zarok û xizmên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, Parqa Koşûyolûyê 11 roj in ji aliyê polisan ve bi barîqatan hatiye girtin û tecrîdkirin. Welatî bertek nîşanî barîkatên polisan didin û daxwaz dikin ku tecrîda li ser parqê bê rakirin.  Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê ku mirov mehên bihar û havînê li rûdinin û bêhna xwe vedidin, ji bo astenkirina çalakiya dayikên ku zarok û xizmên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne 11 rojin ji aliyê polisan ve bi barîqatan hatiye girtin û tecrîdkirin.   PARQ BERIYA ÇALAKIYAN TÊ VALAKIRIN   Parqa ku dora wê bi barîqatên polisan hatiye girtin, her roj beriya ku çalakiya dayikan dest pê bike ji aliyê polisan ve tê valakirin ê ji têketin û derketinê re tê girtin. Di vê kêliyê de TOMA û polisên hêzên çevîk li derdora parqê tên bicihkirin. Li gel ku qedexe ya dayikan a ji ber astengiya polisan li Xaçerêya Batikentê lidarxistin bi dawî dibe jî qedexeya li parqê heta saet 17.00’an didome. Ji vê saetê şûn ve welatî dikarin di 5 deriyên di nav barîkatan de bikevin parqê.    ‘EM GIRTINA PARQÊ RAST NABÎBNIN’   Esnafên ku dikanên wan û welatiyên ku malên wan li derdora parqê ne, bertek nîşanî vê pêkanîna polisan didin û diyar dikin ku qadên jiyanê yên mirov jî tên tecrîdkirin.    Welatiyê bi navê Bedîr Doganay ku girtina parqê ya bi barîkatên polisan şiband girtîgehê û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê ne tenê parq, hemû bajar û jiyana mirovan tê tecrîdkirin. Li tu welatî parq ji aliyê polîsan ve bi barîkatan nayên girtin. Li gel vê yekê jî her roj rayedar dibêjin ku li welat adalet heye. Gelo adalet bi girtin û tecrîdkirina parqekî tê welat? Mirovê welat bi rê ve dibe ne ne bi adalet e. Girtina parqeke ku gel tê lê bêhna xwe vedide, zarok lê dilîzin û dayik tên derdê xwe lê vedibêjin gelo çi qas rast e? Kesên xwedî wijdan vê yekê qebûl nakin. Mirov ji ber axaftina xwe terorîst tên îlankirin. Em vê pêkanînê qebûl nakin û rat nabînin.”    ‘HER QADA JIYANÊ DI BIN DORPÊÇÊ DE YE’   Esnaf Vedat Solmaz ku dikana wî li hemberî parqê ye bi şermezarkirina tecrîdkirina parqê dest bi axaftina xwe kir, tecrîdkirina parqê weke zilma li hemberî gel pênase kir. Solmaz destnîşan kir ku rûniştina xizmên girtiyan a li hundirê parqê normal e û wiha got: “Dewlet her roj li ber çavê me xizmên girtiyan derb dike. Hatina dayikan a vir û lêgerîna wan a mafan normal e, tişta pirsgirêk girtina bi keyfî ya parqê ya li mirovan e. Dorpêçkirinên bi vî rengî karê me jî asteng dike. Îro kî/kê bi axive tê girtin. Herkes dibîne ku kî zilmê dike. Her qadên jiyanê di bin dorpêçê de ne. Em vê pêkanîneke aborî, siyasî û civakî qebûl nakin.”   ‘BILA PARQ LI DAYIKAN VEBE’    Welatiyê bi navê Alî Alkan jî xwest ku parq li dayikên aştiyê dixwazin vebe û ev tişt anîn ziman: “Divê tecrîd rojek zûtir rabe. Ji ber ku naxwazin dengê dayikan bibihîzin parqê li dayikan digirin. Îro bi dehan malbatên ku zarokên wan girtîne hene. Çalakiya grevê jî didome. Dayik xesar nadin parqê. Tenê ji bo zarok û xizmên wan nemirin li parqê rûdinin. Di rastiyê de heke em li daxwazin dayikên xwe xwedî derketina parq îro nedihat giritn. Barîkatan rakin û parqê li dayikan vekin.”   ‘PARQ LI GEL NAYÊ GIRTIN’   Welatiyê bi navê Huseyîn Gul jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Feyda girtina parqê ji tu kesî re tuneye. Dayik dixwazin dengê xwe bidin bihîstin ev tiştekî zor e. Îro gelek kes ji ber girtina parqê mexdûr dibin. Di serî de jî zarok nikarin biçin bilîzin. Ev zilm e. Bi sekna dayikan a di bin rojê de, dê bi kî çi bide qezenckirin? Parq ên gel in ji gel re nayên girtin. Girtina parqa bajarekî tê wateya tecrîdkirina bajarekî.”    Beriya niha di îlona 2018’an de jî ji ber qedexeya Walîtiyê Amedê ya çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windeyan ve tê li darxistin, parq ji aliyê polîsan ve bi rojan hatibû dorpêçkirin û tecrîdkirin.     MA / Rûken Demîr – Omer Akin