Çalakiya dayikên Laçik Spî ya li Meclîsê berdewam dike 2019-05-16 10:18:55 ENQERE - Çalakiya dayikên Laçik Spî ya li Meclîsa Enqereyê ku bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de di roja sêyemîn de berdewam dike. Sedat Akin ê 130 rojin li Êlihê di grevê de ye, bi rêya dîtbarî bi dayikan re axivî û got: "Em ê bi hevre bi ser bikevin."    Çalakiya Dayikên Laçik Spî ya zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, çalakiya xwe ya li meclîsa Enqereyê di roja sêyemîn de berdewam dikin. Dayikên ku çalakiya xwe li salona Koma HDP’ê ya Meclîsê berdewam dikin, şeva xwe li vê salonê derbas kirin. Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz jî li gel dayikan cih girt. Dayikên ku bi daxwaza bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin li meclîsê çalakiya xwe berhdewam dikin, şevê din Sedat Akin ê di 7'ê Cile de li Girtigeha Tîpa T a Erziromê dest bi grevê kir û li malê ya Êlihê çalakiya xwe berdewam dike, bi rêya dîtbarî li dayikan geriya.    'EM Ê BI HEVRE BI SER BIKEVIN'    Sedat Akin ê 130 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye, li dayikan geriya û wiha got: “Raste dibe ku îro em bi hezaran di greva birçîbûnê de ne, lê em dawî li vê çalakiyê nînin. Em dizanin emê bi ser bikevin. Her diçe çalakiya berxwederan belav dibe û mezin dibe. Em zarokên vî gelî ne. Em di nava gel de mezin bûne û perwerde bûne. Birçîbûn ne tiştekî pir zahmet e. Em tenê roj bi roj dihilin. Lê ev berxwedana we moral dide me. Em ê bi hevre bi ser bikevin."    Dema Akin di axivî dayikan got "Êm bi qurbana moralê we bin" Piştgiriya xwe anîn ziman. Hin dayik jî hestiyar bûn. Piştî axaftin bi dawî bû dayikan bi çepikan piştgiriya xwe anîn ziman. Dayikan dîsa bang li rayedaran û hikûmetê kir ku daxwazên wan û zarokên wan pêk bînin û gavan bavêjin."