‘Heta tecrîd bi dawî bibe têkoşîna me wê bidome' 2019-05-16 10:03:37 EDENE – Selamettin Yilmaz ku 77 rojin li Girtîgeha Şakranê di greva birçûbûnê de ye, diyar kir ku çi dibe bila bibe heta tecrîd bi dawî bibe têkoşîna wan wê bidome.  Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 190 rojin di greva birçîbûnê de ye. Li Hewlêrê berxwedana Nasir Yagiz di roja 177'emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 151'emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16'ê kanûna 2018'an de dest pê kiribû, di roja 152'emîn de didome. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 117'emîn de bi biryardariyek xurt didomîne. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 82 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî di grevê de ne. 30 girtî jî di rojiya mirinê de ne. Yek ji girtiyê di greva birçîbûnê de Selamettîn Yilmaz ê 77 rojin li Girtîgeha Tîpa T-3 a Şakranê ye.    YENÎ YAŞAM NADIN GIRTIYAN    Yilmaz ku ji 1'ê Adarê de di grevê de ye, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta "Li Bayîyan Rojnameya Yeni Yaşam tune ye" rojnameyê nadin wan û wiha got: Ji 1'ê Adarê ve rojnameya Yenî Yaşam nadin me girtiyan. Kanalê TV yên ku em dixwazin em nikarin temaşe bikni. Nameyên me nadin me. Cil û bergên ku malbat ji mere dişînin nadin me. Vîtamîn û vexwarina pêwist nadin me. Wêneyê ku em bi malbatê re dikişînin nadin me. Malbatên ku tên hevdîtina me wan bi maşîna rîngê tinin girtîgehê. Heta niha me gele kîlo winda kiriye. Hevalên me yên di kawîşên tenişta me de cih digirin ji ya me bêtir xerabtir e. Em bi zorê li ser piyan radiwestin. Em bi zor û zahmetiyan dimeşin. Min heta niha 15 kîlo daye. Serê me gêj dibe û em bê hal in. Tenduristiya me her ku diçe xerab dibe. Lê disa çi dibe bila bibe heta tu tecrîd bi dawî nebe emê çalakiya xwe berhdewam bikin. Çalakiya me wê bi ser bikeve. Çi dibe bila bibe çalakiya me wê tecrîdê bişkîne."