Şermezarkirinên tecrîdê li Stenbolê didomin 2019-05-16 09:43:53 STENBOL – Li gelek deverên Stenbolê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê meş hatin lidarxistin.    Li Stenbolê dayik û xizmên girtiyan çalakiyên xwe yên ku ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda îmraliyê li dar dixin, domandin. Çalakiyên ku li Beyoglû, Kartal, Beykoz û Umraniyê hatin lidarxistin gelek kes beşdar bûn.    ‘DESTHILATEKE KU VÎNA GEL NAS NAKE HEYE’   Gelek kesê ku li Umraniyê hatin gel êlekên ku wêneyên Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ku 190 roj in di greva birçîbûnê de ye li ser hebûn li xwe kirin. Paşê destên xwe dan hev û zincîra mirovahiyê avakirin û heta çadira fitarê bi dîruşmeyên “Divê tecrîd rabe” ,  “Her der zindan e her der berxwedan e” meşiyan. Çalakgeran li vir xîtabî girseya ku fitara xwe vedikirin kirin: “Em ni desthilateke ku vîna gel nas nake re rû bi rû ne. Niha bi sedan hevalên me di çalakşiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven hat dest pê kirin de ne.  Ji bo ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne mirov di grevê de ne. Ji 30’ê Nîsanê ve 30 kes ketine rojiya mirinê. Heta ku daxwazên rêhevalên me bê pêşwazîkirin ew li girtîgeha em jî li derve dê li ber xwe bidin.”    ‘DENG BIDE LEYLA’   Li Kartalê jî kesên ku hatin gel hev êlekên ku wêneyên Leyla Guven li ser wan hebûn li xwe kirin. Paşê meş li dar xistin û ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, di meşê de timik   MEŞA BI MEŞALEYÎ   Li Beyoglû û Beykozê jî piştî fitarê kesên ku hatin gel meşên meşaleyî li dar xistin. Di meşan de timik dûrişmeyên “Bijî berxwedana zindana” , “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” , “ Leyla Guven rûmeta me ye” hatin avêtin û rê ji trafîqê hatin girtin. Gelek kes jî ji şaneşînin malên xwe piştgirî dan girseyên ku meş li dar xistin.